Cîhan

Daxûyaniya Erdogan ji bo doza Filistînê wijdana gelê Tirkiye ye

Seroka Buroya Siyasî ya Hamasê Heniyye di derbarê hevdîtina xwe û Erdogan de got: “Daxuyaniya Erdogan a li ser doza Filistînê, wijdanê gelê Tirkiyeyê yê ku Filistînê wekî doza xwe dibîne û li dijî zilma li Xezeyê radiweste ”

Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniyye pişgiriya SerokomarêTirkiye Recep Tayyîp Erdogan a ji bo doza Filistînê nirxand û wiha got: “Axaftina Serokomar Erdogan a di Civîna Koma Meclisê ya Partiya Dad û Geşepêdanê da ku Hamas wek “Tevgera Rizgariya Neteweyî” pênase kir û “Daxuyaniya wî. Berawirdkirina wê bi Kuvay-i Milliye re bê şik ji bo me û gelê Filistînê cihê serbilindiyê ye.”

Heniyye pişti civina ku li Stenbole ji teref Serokomar Erdogan ve hat peşwazikirin de daxuyaniyek da û got: “Tirkiye bi helwesta xwe ya hereme û islami pewendiyen diroki bi doza Filistine ra heye ü ev daxuyaniya Erdogan a li ser Hamas ü Gazze ü doza Filistine wijdana gele Tirkiyeye ku doza Filistine ji xwe re dihesibîne. Xezeyê ji aliyê însanî û rawestana li dijî zulmê ve got ku ji bo rawestandina êrîşên siyonîstên ku bi piştgiriya Emerîkayê sax dimînin, divê hemû xebat bên yekkirin.

Heniyeyê Serokomar Erdogan û helwesta fikrî, dîrokî û siyasî ya gelê Tirkiyeyê ya li hemberî doza Filistînê nirxand û wiha got: “Em hê jî bersiva Erdogan a ji bo Şîmon Peres bi rakirina nexşeya Filistînê ya li Neteweyên Yekbûyî û ravekirina çawaniya axa me dagîr kiribûn bi bîr tînin.”

Back to top button