Cîhan

Di navbera Îsraîl û Hamasê de agirbest çêbû

Dewleta Îsraîl ragihandiye ku bi Gazzeyê re agirbest hatiye îlankirin lê ambrgoya li ser Gazzeyê wê ranebe. Rêxistina Hamasê, ji bo agirbestekê 2 şert pêşkêş dikirin û ji wan yek jî ambargoya li ser Gazzeyê rakirin bû.

Ev 8 rojbûn ku Îsraîl li ser Gazzeyê êrîşên xwe didomandin. Heta niha di êrîşên Îsraîl de 146 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dabûn. 5 kes jî ji aliyê Îsraîl hatibûn kuştin. Dîsa di êrîşên de 2 rojnamevana jî jiyana xwe wenda kiribûn. Û di ev şerê 8 rojan de bi sedan jî sivîl brîndar bûbûn.

Wezîra Karên Derve a Amerîkayê Hillary Clinton, hate Rojhilata Navîn û ji bo agirbesteke dualî dest bi dîplomasiyê kir. Herî dawî li paytexta Misirê li Qahîrê, bi Wezîrê Karên Derve yê Misirê rê derkete pêşberî çapemeniyê û agirbesta di navbera her du aliyan de eşkere kir.  

Him rayedarên Îsraîl û him jî yên Hamasê diyar kirine ku li ser agirbestê lihev kirine û îşev seet di 21.00 an de agirbeste têkeve merîtiyê.  Rayedarên navbeynkarê her du aliyan yên  Misirê jî daxuyandine ku agirbest wê îşev destpê bike.

   

Back to top button