Di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî de, Desteya Wezîran civîn lidarxist. Di civînê de aloziya di navbera Kurdistana Federe û hikumeta navendî a Iraqê hatiye gotûbêjkirin.
Serokwezîr Nêçirvan Barzanî, pirsgirêkên ku di çarçoveya Fermandariya Hêzên Operasyona Dîcle de, a ku ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî ve hatibû avakirin, nirxand û wiha got, “sînorên hereketkirina artêşa Iraqê a niha, bi derbasa pergaleke nû re eleqedar e. Ancax li gor xala 140. a makezagonê daxwaziya hêzên ewlehiyê û polîs, têxistina bergeha fermandariya Dîcle, li dij makezagonê ye. Ev daxwaziya nayê qebûl kirin.”
Nêçirvan Barzanî îfade kir ku, tevgera hêzên Dîcle a li van herêmana nerehetî derxistiye holê ancax, hemû hêzên Kurdistanî li hemberî vê nerehetiyê, dengê xwe bi hev re derxistine û ev helwesta Kurdistaniyan jî gellekî ew memnun kirine.
Serokwezîrê Kurdistanê diyar kir ku hêvî dikin ku pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin.