Di navbera Bexda û Amerîkayê de hevdîtina yekem dest pê kir

Ji bo bidawîkirina erkê hêzên hevpeymaniya navdewletî li Iraqê hevdîtina yekem a di navbera Iraq û Amerîkayê de dest pê kir.
Di daxuyaniya Ofîsa Çapemeniya Serokwezîriyê de hat destnîşankirin ku gera ewil a hevdîtinên dualî yên di navbera Iraq û Amerîkayê de di bin serokatiya Serokwezîrê Iraqê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî de bi mebesta bidawîkirina hevdîtinên navnetewî dest pê kir.
Sûdanî di daxuyaniya xwe ya berê de amaje bi wê yekê kiribû ku hêzên Iraqî niha şiyana paraztina ewlehî, aramî û serweriyê heye, lewra dem hatiye ku erkê hêzên derve yên şerê DAIŞê li Iraqê bi dawî bê.
Wezîrê Paraztinê Sabit Abbasî di daxuyaniya xwe ya 25ê Çileyê de gotibû ku ji bo diyarkirina dîroka vekişîna hêzên koalîsyona navnetewî wê muzakere dest pê bikin.