Cîhan

Amerîkayê êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew êrîşa komên girêdayî Îranê şermezar dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Berdevkê Wezareta Karên Derve Matthew Miller de wiha hat gotin: “Amerîka êrîşa doh a komên milîs ên girêdayî Îranê ku zirar da binesaziya sivîlan a li Herêma Kurdistanaê û gihandina elektrîkê ya li seranserê Herêma Herêma Kurdistanê xist xeterê, şermezar dike.  

 Di daxuyaniyê de êrîşên bi vî rengî wek kiryarên hovane û bê wate hat nirxandin û weha hat gotin: “Em carek din li kêleka hevkarên xwe yên li Iraqê û di serî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û bang li rayedarên Iraqê dikin ku lêkolînan bikin û berpirsiyaran bidin darizandin”. 

 Di daxuyaniyê de hat goti ku, “Amerîka wê ji bo piştevaniya serwerî û ewlehiya Iraqê bi hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê re berdewam be”. 

Back to top button