Polîtîk

Di nava AK Partiyê de dengên cuda..!

Di derbarê projeya “Tirkiyeya bê teror” de gotubêjên cuda di nava AK Partiyê de têne kirin. Taybetî piştî bûyerên Helebê nirxandin zêde bûne.

Endamê AK Partiyê, rojnemevan û parlementerê berê, Şamil Tayyar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê pêvajoya ku bi eşkere wekî “pêvajoya aştiyê ya duyemîn” tê binavkirin, ku hikûmet jê re dibêje “Tirkiyeya Bê Teror” daxuyaniyek da.

Derbarê pevçûnên li Sûriyeyê di navbera hikûmeta veguhêz û hêzên HSDê de, Tayyar got, “KCK, PKK, HSD YPG, ev hemû rêxistinên wek hevin û yekin; ew hemû rêxistinên terorîst in. Ew bi ajansên îstîxbaratê yên biyanî ve girêdayî ne, xwedî îdeolojiyek sosyalîst a neteweyî ne, bêbawer in û çavkaniya bêîstîqrariya herêmê ne. Ew wek mêrgikîne.”

Tayyar dibêje: “Pirsgirêka van rêxistinan a Kurd tune ye; pirsgirêka Kurdan bi van rêxistinên ku wan îstismar dikin re heye. Berê jî hatiye ceribandin ku bi rêxistinên terorîst re danûstandin tune ye; tenê têkoşîn heye. Bi tevahî ne hewce ye ku şîreta Îmraliyê [girava zindanê] an jî rehma rêxistinên terorîst hebe.”

Back to top button