Cîhan
Di înternetê de serxwebûna Kurdistanê
Di qada internetê de Kurdistan bû xwedî kodek taybet. Ev yek di cîhana înternetê de wek serxwebûnê tê naskirin.
Hemû welatên cîhanêxwedî kodekî ne, wek Almanya DU, Swed SE,Fransa FR Tirkiye TR ye.Ya Kurdistanê jî bûye KRD.
Di vê derbarê de hukumeta Kurdistanê bi fermî ragihand ku Kurdistan bûye xwedî kodek taybet.Hukumetê daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind kir ku bi hevahengî ligel Fermangeha Teknelojiyaya Zanyariyan ya Kurdistanê, kar bikin da ku hemû malperan bo koda (edu.krd.) biguherin.