Polîtîk

Di hedefa rojnameya Yenî Akîtê de dîsa rewşenbîr hebûn

Rojnameya li Tirkiyê derdikeve a xwedan nasnama oldar ku bi desthilatdar re gellekî nêzik e, di manşetê de cih da nameya Şemdîn Sakikê ku niha di girtîgehê de ye û îtirafkar e. Rojnameyê ev nameya Sakik firsend dît û hin rojnamevan, siyasetmedar û nivîskar hedef nîşan da. 

Rojname di nûçeya xwe de îdia dike ku, rojnamevan Cengîz Çandar û Hasan Cemal, PKK û Ocalan pîrozandine û bilind nîşan dane.

Rojnameyê, ji bo Parlementera Wanê a Serbixwe Aysel Tuglukê ev îfadeyana bikaraniye: Kemalîst e, ateîst e û bê netewe. Ji elîtên laîqn e. Ji CHPê dersa siyasetê girtiye.

Rojnameyê, ji bo rojnamevanê Milliyetê Hasan Cemal wiha dinivîse: Çima ku destûra çûyîna Îmraliyê negirt, berê xwe de Qendîlê. Pêwendiya di navbera Ocalan û Karayilan de pîrozand, bilind kir.

Yenî Akîtê di nûçeya xwe de ji bo Çengîz Çandar wiha dinivîse: Ji fanatîkekî PKKê wêdatir, PKKê û Ocalan diparze û bilind nîşan dide.

Rojnameya ku her tim bi vî rengî nûçeyan diweşîne, ji bo Mîhrî Bellî jî wiha dibêje: Gotiye ku çepa Tirk bi saya vî şerî hebûna xwe didomîne. Li ber aşîtiyê bû asteng.

Rojnameya Yenî Akîtê, Prof.Ahmet Taner Kişlali hîn ku nehatibû kuştin, sûretê wî di manşetê de weşandibû û ew nîşan dabû. Piştî wê nûçeyê Ahmet Taner Kişlali, bi suîkastekê hate kuştin. Dîsa berî êrîşa Şûreya Dewletê (Daniştay) endamên şûrayê hedef girtibû û piştî wê nûçeyê êrîşa li dijî Şûreyê qewimîbû û endamekî şûrayê hatibû kuştin.

Hêjayê gotinêye, berê jî îfadeyên Şemdîn Sakik, ku dûra derket ku Sakik qet ew gotinana nekirine, fermandarên muqtedîr di wê heyamê de bi “andiç” an gellek rojnamevan, nivîskar, siyasetmedar, hunermend û rewşenbîr hedef nîşan dabûn.  

Back to top button