Polîtîk

Nabê kurd rê bidin Bahçelî ji bo rolek nijadperestî bileyzê

Serokê partiya nijadperest a Tirkiye MHP-ê Devlet bahçeli ji bo mêja cejnê li Kerkûkê bike dice Kerkukê. Sedemê çûyina Bahçelî ewe ku dixwaze bide kifşkirin Kerkûk bajarek yê Tirkan e û dive Tirkiye hertiştekî kîbike ku Kekûk bibe bajarek Tirk .

Li gora bernameya ku di medya tirkî de hatî belav kirin, dê Bahçelî mêja cejna remezanê li Kerkûkê mizgefta Nur El Kebir bike. Bahçelî ji bo ala Kurdistanê nebîne û herweha  mohra Kurdistanê li pasporta wî nekeve naxwaze li ser Hewlêr re here Kekûkê.

Ew dixwaze biçe Musil, li Musil bi otomobilan here bajarê Kerkûkê. Lê Wezereta derve ya Tirkiye vê rêyê ji bo pirsa ewlehiyê başnabîne.
Herweha wezereta derve ya Tirkiye ji bo vê çûyînê di nav amadekarîki de ye û dixwaze tertîpekî bike ku, dema Bahçelî ji Musil here Kerkûkê di rê de ji aliyê pêşmegeyan ve neyê sekinandin. Wezereta derve ya Tirkiye rêyek dîplomasî digere.

Niha du pirs di vê mijarê de derdikevin hole. Eger Devlet Bahçelî bi rêya Hewlêr bixwesta biçûya Kerkûkê, hukumeta Kurdistanê tu asteng dernaxistan û bahçelî li gel nijadperestiya xwe jî mafê wî heye serdana Kerkûkê bike.

Herweha di çûyîna Bahçelî de protokolên navdewletî çi pêwîst bikira dê bihata kirin jî. Ev yek pêdivîyek navdewletiye.

Lê Bahçelî hertiştekî dide berçavê xwe û naxwaze Ala Kurdistanê bibîne û mohra Kurdistanê li pasaporta wî bikeve. Rewşa  Kekûkê kifşe, her çikas Kerkûk hukumeta nawendî ya Iraqê ve jî girêdabê, lê De Fakto di bin desthilatiya kurdan deye.

Waliyê Kerkûkê kurd e û asayîşa kerkûkê kurd e. Niha eger Bahçelî bi awayê ku ew bi xwe dixwaze serdana Kerkûkê bike, divê desthilatdariya kurd bide nîşandan ku Kerkûk bajarek yê Kurdistanê ye. Gelek rê hene ku mirov di demê serdana bahçelî de vê yekê bide xûyakirin.

Da Bahçelî têbigihê ku, serdana Kerkûkê bi çi rêyê be li her cardin bajarek Kurdistanê ye. Niha çav hemû li desthilat a kurd li Kerkûkê ye, ka gelo wê Bahçelî di vê helwesta xwe ya nijadperest de serbikeve yan na. Divê kurd nehêlin ew di vê helwesta xwe de ser bikeve.

Dema wezîrê derve yê Tirkiye bi rêya hukumeta herêma Kurdistanê serdana bajarê Kerkûkî kirîhukumeta Iraqê helwestek tund da nîşandan.Lê nekarî rê li çûyina wezîrê derve yê Tirkiye bi rêya Kurdistanê bigire.

Niha jî nabê ku kurd rê bidin Bahçelî û hukumeta nawendî ev serdan bibe Sovek nijadperestî li Kerkûk a dilê Kurdistanê.

Back to top button