Di civîna Davutoglu û ENKS-ê de behsa çi hat kirin?

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ji wezîrê derve yê Tirkiyeyê re ragihandiye, ku peymana wan ligel Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) “stratejîk” e, lê wezîrê derve yê Tirkiyeyê ji wan re gotiye ew dilgiran in ji wê peymanê.
Serdana wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ji bo Herêma Kurdistanê, di heftiya borî de, hevdem bû ligel serdana Desteya Kurdî ya Bilind û Encûmena Niştimanî ya Sûriyê (ENS) ji bo Herêma Kurdistanê. Her çiqasî pêşwext nûçeyeke fermî nebû ku Davutoglu ligel Kurdên Rojavayê Kurdistanê bicive, lê dûre ligel Desteya Kurdî ya Bilind û ENKSê civiya. Vê yekê jî EGRK û PYD dilgiran kirin, ku 5 endamên wan di Desteya Kurdî ya Bilind de hene û bo civîna ligel Davutoglu nehatibûn vexwendin.
Lê endamên ENKSê diyar dikin ku ew pêşwext nehatibûn agahdarkirin ku wê ligel wezîrê derve yê Tirkiyeyê bicivin, heta ku neçûn hundirê cihê civînê, ji wan re sûprîz bû gava dîtin Davutoglu li cihê civînê ye. Serokê ENKS, Îsmaîl Heme, got ku ti zanyariyeke wan li ser civîna ligel Davutoglu nebû, wiha bawer dikirin ku ligel ENSê dicivin: “Ji hev fêmnekirinek dirust bû, bêyî ku pirs mezintir bibe, me ew çareser kir.”
Derbarê naveroka gotûbêjan ligel Davutoglu, serokê ENKSê got: “Davutoglu dilgiraniya Tirkiyeyê li hember damezrandina Desteya Kurdî ya Bilind nîşan da û ragihand ku PYD parçeyek ji PKKê ye, herwiha ji me re ragihand ku ew qebûl nakin PYD destê xwe deyne ser devera kurdî.” Heme wiha axivî: “Wezîrê derve yê Tirkiyeyê ji me re got eger PYD pêwendiyên xwe ligel PKKê qut bike ti pirsgirêka me ligel wan namîne, em dikarin wê demê danûstandinê jî ligel bikin. Herwiha got divê PYD helwesta xwe derbarê rûxandina rejîma Sûriyê de yekalî bike”, ku di dema borî de zêdetir û vêga jî kêmtir guman ji wê yekê tê kirin ku hemahengî di navbera PYDê û rejîma Beşar Esed de heye.
Îsmaîl Heme daxuyand ku Davutoglu daxwazeke din jî arasteyî wan kiriye: “Daxwaz kir ku ENKS ligel ENSê hev bigirin. Eger herdu encûmen hev bigirin, em li dijî çareseriya pirsa kurdî dernakevin.” Derbarê bersiva ENKSê li ser gotinên wezîrê derve yê Tirkiyeyê, Heme got: “Me jê re got, me ligel PYD li ser rûxandina rejîmê li hev kiriye. Yekîtiya Kurdan di xizmeta yekîtî û şoreşa Sûriyê de ye. PYD partiyeke Kurdên Sûriyê ye, herwiha me daxwaz ji wezîrê derve yê Tirkiyeyê kir ku pirsa kurdî li Tirkiyeyê bi awayekî aştiyane çareser bikin.”
Endamê polîtburoya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê û endamê Desteya Kurdî ya Bilind Siûd Mela, gotinên Davutoglu di civîna ligel ENKSê de wek diyarkirina sînorekî ji Kurdan re bi nav dike: “Davutoglu peyamek da me ku Tirkiye qebûl nake pêkhateyeke kurdî li Sûriyê dirust bibe, got Kurd dikarin mafên xwe yên çandî bidest bînin. Herwiha dilgiraniya xwe ji yekîtiya Kurdan nîşan da. Bi kurtî Davutoglu bi zimanekî nerm ji me re got yekîtiya kurdan û pêkhateyeke kurdî qedexe ne.”
“Chima ji we re helal e, lê ji bo me heram e?”
Bi baweriya Mela, peyama wezîrê derve yê Tirkiyeyê ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê bû: “Lê ji bo ENSê û Herêma Kurdistanê jî bû.” Siûd Mela dide zanîn ku Kurd li hember Davutoglu bêdeng nebûn: “Damezrandina Desteya Kurdî ya Bilind di navbera me û PYDê de stratejîk e.” Mela diyar kir ku berdevkê fermî yê Desteya Kurdî ya Bilind Ehmed Silêman bersiva Davutoglu daye û jê re gotiye: Emê peymana xwe ligel PYDê bidomînin û em hêvîdar in jî hûn stîla danûstandinê ji bo çareseriya pirsa kurdî li Sûriye û Tirkiyeyê bînin cih.” Siûd Mela got: “Ehmed Silêman pirsyar ji Davutoglu kir, pirsî ka helwesta Tirkiyeyê li hemberî otonomiyê ji bo Kurdan li Sûriyê çi ye? Davutoglu bersiva pirsyara wî neda, yanî Tirkiye tenê ligel dayîna mafên çandî ye.” Siûd Mela herwiha got: “Ehmed Silêman ji Davutoglu re got, eger PYD beşek ji PKKê be, BDP jî ku nûnerên wê li Parlementoya Tirkiyeyê hene beşeke ji PKKê ye, baş e çima ji we re helal e, lê ji bo me heram e, di demekê de ku PYD saziyeke Sûriyê ye û cuda ye ji PKKê.”
Kamîran Hecî Ebdo, ku endamê pêwendiyên Desteya Kurdî ya Bilind e, wiha dibîne ku Tirkiye hest bi rola girîng a Kurdan di şoreşa Sûriyê de kiriye, lewma neçar e xwe nêzîkî wan bike: “Armanca civîna Davutoglu ligel endamên ENKSê û Desteya Kurdî ya Bilind ji bo hilweşandina desteyê bû.” Kamîran hest bi dilgiraniya PYDê dike û dibêje: “Bawer im biraderên PYDê pirs bi awayê rast nirxandine û ti nakokî dirust nebû. Eger Kurd yekîtiya xwe li Rojava xurt bikin, Tirkiye neçar e ligel PYDê rûne.”
Herwiha bi baweriya sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdistanî, Ebdilbasit Hemo, Tirkiye di parçekirina gelan de pispor e, lewma hewl dide dest deyne ser hinek Kurdan û hinekên din jî li derveyî xelekê bihêle: “Kurdistana Sûriyê ji bo Bakur û ji bo Herêma Kurdistanê kilîta çareseriyê ye. Pirr caran xeleka lawaz xeleka mezin rizgar dike, Kurdistana Sûriyê xeleka lawaz e li Kurdistanê, lê Sûrî xeleka bihêz e li Rojhilata Navîn. Lewma çareseriya pirsa kurdî proseya serxwebûnê û çareserkirina pirsa kurdî li parçên din xurtir dike. Davutoglu bi zimanê nerm dixwaze Kurdan bikişîne aliyê xwe û cudahiyê bixe nav wan de, lê eger em wek wan jî neramin, PYDê wek parçekî gelê kurd dibînin.”
Çanda Osmaniyan
Bi baweriya endamê Desteya Kurdî ya Bilind û nûnerê EGRKê li Herêma Kurdistanê, Aldar Xelîl, hatina wezîrê derve yê Tirkiyeyê bo Herêma Kurdistanê ji bo “derxistina fîtneyan” bû. Xelîl got: “Têgeha me ya siyasî ji bo çareseriya pirsgirêkan girêdayî danûstandinê ye, lê hê jî dewleta Tirkiyeyê negihîştiye wê astê ku ligel Kurdekî azad rûne.” Aldar got, armanca sereke ya Davutoglu hilweşandina Desteya Kurdî ya Bilind bû: “Davutoglu heman çanda Osmaniyan pêrew dike, Osmanî di pirsa parçekirina Kurdan û neteweyên din de hoste bûn. Tew çûna wî ji bo Kerkûkê jî bi mebesta zêdekirina nakokiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Malikî de bû. Bi rûniştina xwe ligel Ebdilbasit Seyda jî li Herêma Kurdistanê hewl dide nakokiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Sûriyê de kûrtir bike.”
Derbarê civîna ENKSê ligel wezîrê derve yê Tirkiyeyê, Xelîl Aldar got: “Her çiqasî biraderên ENKSê pirr bi bêberpirsyarî ligel Davutoglu civiyan, lê emê hewldanê Davutoglu pûç derxin û girêdayî yekîtiya gelê kurd dimînin.”
(Rudaw)