Polîtîk

Di êrîşekê de 3 berpris û 8 çekdar hatine kuştin

Di êrîşeke firokeyên şerî yên Tirkiyeyê bo ser devera Xwakurk sê berprisên bala û 8 çekdarên PKKê jiyana xwe ji dest daye.

Dozdar Hemo berdefkê Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniyekê de ji malpera Hawelatî re eşkere kir ku di êrîşeke firokeyên şerî yên Tirkiyeyê de 3 berpirs û 8 çekdarên PKKê hatine kuştinû got:

– Di roja 10ê vê mehê de dema firokeyên şerî yên Tirkiyeyê devera Xwakurk û Xinêre bombebaran kirî 3 berpirs bi nave Rostem Cudî endamê konseya koma civaka  Kurdistanê, Çîçek Koçî û Elî Şêr Koçgirî endamên konseya serbaziya HPG û 8 gerîla jî hatine kuştin.

Hemû got jî ku êrîşa PKKê bo ser bigehên leşkerê tirk li Çelê bersiva êrîşa Tirkyeyê bû û heyfhilandina kuştina wan sê berpirs û 8 çekdarên PKKî bû.

Back to top button