Polîtîk

Di êrîşa Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku di êrişa li Silêmaniyê de du jina jiyana xwe ji dest dane. Hêro Bahadîn û Gulistan Tara encama vê êrîşêde jiyana xwe ji dest dane.

Li gori agahiyan herdu jin jî karmendên STER TV ne. Nûçeya Sret Tvê de dibêje: “Dewleta Tirk a dagirker li Silêmaniyê êrişî rojnamegeran kir. Di encamê de 2 rojnameger şehîd ketin, 6 rojnameger jî birîndar bûn.”

Hat zanîn ku di vê êrişê de rojnamegerên jin ên bi navên Hêro Bahadîn û Gulistan Tara canê xwe ji dest daye.

Avahiya sereke ya STÊR TVyê li Ewropayê ye lê Silêmaniyê jî ofîsekê wê heye. Ofîsa li Silêmaniyê di bin banê Kompanyayê Çetrê ya ragihandinê ye.

Birevebirê Çetrê Kemal Hemereza da zanîn ku Hêro Bahadîn 6 salan li cem wan xebitiye û ji Silêmaniyê ye û Gulistan Tara jî ji Êliha Bakurê Kurdistanê ye.

 Kemal Hemereza da zanîn ku di vê êrişê de rpjnamegerekî bi navê Rebîn jî birîndar bûye û li pey çû:

“Ew rojnameger bûn, bi ti awayî pêwendiya wan bi siyasetê re nebû.”

Serokê Şaxa Silêmaniyê ya Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê Karwan Enwer jî êriş şermezar kir û got:

“Em hemû êrişên li ser rojnamegeran bi dijwarî şermezar dikin çimkî rojnamegere li gorî hemû pîverên cihanî ji hemû krîzan xalî ne û li derveyî şer in.”

Back to top button