Polîtîk

Di dijitiya nirxên netewî de hevbeşin

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di derbarê pirsa bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê, daxûyaniyek da û got: Tu cara Barzani nabê dost. Tenê dikare bibe….. em pêlêbikin û derbas bibin“Devlet Bahçelî serokê MHPê ye. Eslê Bahçelî ne diyare. Lê tê gotin ku Bahçelî ji Siwerêkê ji binemalek Ermeniye û malbata wî koçî Osmaniye kirine. Herweha Devlet Bahçelî heta wek îro şî nekiriye û ev sedemê kesayeta wî ya ne tabiîye. Insanek nexweş û nijadperestek pîs û qirêje.Dema Bahçelî behsa serokê Kurdistanê Mesud Barzani dike, ew di kesayeta Barzani de behsa Ala Kurdistanê, daxwaziyên kurda yên netewî û miletê kurd bi tevahî dike. Bahçelî kifşe ku faşîstek beredayî ye û kurd vê yekê dizanin.Ji aliyek din Sirri Sureya Onder, parlementerê HDPê û kesayetek ku di nava HDPê de bi bandore. Onder jî di gotarek ya xwe de dibêje: Divê em kurda ji Barzani dûr bêxin û nehêlin kurd bikevin di bin bandora Barzani de.Sirri sureya Onder tirke, ji Adiyamanêye û aleviye.Dema Onder vê dibêje armanca wî ne ji ya Devlet Bahçeli cudaye. Lê di çavê kurda de Bahçelî kesayetek nijadperestê tirk e.Lê gelo kurd Onder çewe dizanin? Kurd dengê xwe didin Onder, wî kesek wek ku mafê kurda diparêze dibînin. Ji xwe malxirabiya HDPê anî serê kurda ev yek bi xwe ye.Tu ji aliyekî dijminê xwe nasdikî, wek Bahçelî, ji aliyê din vê, yê bi navê kurdeyatiyê dijminetiya te bi zanebûn û plan û program dike  wek dijmin nasnakî û dost dizanî.Di vê qonqxê de ne hesaniye ku mirov vê yekê ji bo kurda zelal bike. Tawanbarê vê yekê jî HDP û siyaseta çewt e.

Back to top button