Di dest de “0“ maye
Rojavayê Kurdistanê ber bi pêvajoyek nû ve heta bi awayek din ber bi hebûn û tûnebûnê ve diçe. Dema bûyerek çêdibe nabe ku mirov bi tenê rûyek yê pirsê nirxandina bike. Nirxandin û helwestên hissî gelek cara dibe sedemek ku rastiya li ser erdê li berçavan winda dibe.
Bakurê Suriye yan jî xweseriya Bakurê Suriye ne gelek xema kurdane û ne pirsgirêkekî Kurdistaniye. Eger ev rastî neyê ditîn gelek tişt ber çavan winda dibe û rastî nayê dîtin. Pirsgirêka Kurda rojavayê Kurdistanê ye. Miletê kurd li rojavayê Kurdistanê ye.
Piştî li hevhatina Amerika û Tirkiye û herweha Rusya û Tirkiye, siyaseta ne Kurdistanî ya PKKê li rojavayê Kurdistanê rêve dibira îflas kir. Gerek ev bê dîtin. Lê PKK propagandeyên rojane ji stratejîyên dem dirêj girîngtir dibîne , vê yekê dikin da ku kurd rastiya heyî nebîne.
Ji berî her tiştekî HSDne hêzek Kurdistaniye, hezeka Suriye. YPG hêzek a PKKê ye. Eger YPG 32 kilometrî ji sinorê Tirkiye(Kurdistana Bakur) dûr be ji rojavayê Kurdistanê de cihê wan namîne. Ji ber ku ji sinor kûrahiya 32 kilometreyî gelek cihan de axa rojavayê Kurdistanê namîne.
Çavderiya Rusya û Tirkiye li ser sinor 10 kilometreyî piraniya cihên ku kurd lê niştecîne têxe di bin kontrolê de. Gelo, Amudê, Dirbêsiyê, Derikê çend kilometreyî ji sinor dûrin? divê ev bê dîtin.
Tişta ku niha dixweyê, YPG beşek mezin dibe beşek ji hêzên rejima Suriye. Ji aliyek din ve beşek ji YPG li ser axa Suriye li gel Amerika bîrên petrolê biparêzin. Yanî bi awayek din dibin hêzêk Amerîkî li herêmê.
Di vê pêvajoyê de destura nû ya Suriye tê gotubêj kirin. 50 endamên komiteya destûra nû ya Suriye hene. Ji van yek kurd bi navê ENKSê cih digre. Niha hêviya herî mezin a rojavayê Kurdistanê ewe ku ka gelo heta çi radeyê bikaribin mafên kurda bêxin destûra Suriye de. Îro ji vê pêve tu destkeftiyek naxweyê.
Eger pirsek bê kirn û bêjin gelo bedelê xwîna 12 hezar şervanên Kurd çîye? Ne PKK û nejî kesek, heta ewên ku îro di xwepêşandanên di bin ala PKKê de diqêrin jî nikarin bersiva vê pirsê bidin.
Îro rewş eve , lê sibehî çi dibe nayê zanîn. Ji ber ku aktorên siyasî her gavê dikarin bêne guhertin. Lê eger kurd li ser lingê xwe nesekinin û siyasetek Kurdewarî û Kurdistanî rêve nebin , encam her di dest de sifir e.
Analîz/Nûçe