Polîtîk

Di derbarê hevdîtina li gel Ocalan de mejiyê Qendîl tevlîhev e..!

Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat Di kanala Medya Haber a girêdayî PKKê de bi bernameyek taybet de behsa havdîtina heyeta DEMê Ocalan a Îmralî kir.

“Hozat beşek axavtina xwe de dibêje: Ev hevdîtîn dewama hevdîtîna ku bi Omer Ocalan re hatiye kirin e û hale wê yê hîn berfireh û kûr e. Nirxandina vê wê rast bibe. Di hevdîtîna ku destpêkê hatibû kirin de jî Rêber Apo gotibû, tecrît didome, heger derfet çêbibin ew xwedî ew hêzê ku pirsgirêkê ji zemîna pevçûnê dikare derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bike. Di vê maneyê de anîbû ziman ku xwedî wê hêza pratîk û teorîk e. di vê hevdîtînê de geşedanên li herêmê hîn berfirehtir hatiye nirxandin. Bi taybetî jî di van nirxandinan de geşedanên li herêmê ji bo gelan çiqas xetere dihewîne nirxandina Rêber Apo pir girîng e. “

Berdewamiya axavtina xwe de Hozat dibêje: “Gotinên Devlet Bahçelî û ji bo derketinê tiştê ku îfade dike û ji 1’ê Cotmehê ve pêvajoyê ku destpê kir, daxuyanî û nîqaşên ku tên kirin, hîn jî qasî ku me fêmkir, Rêbertî jî hîn hewl dide rewşê fêm bike. Birastî jî ev daxuyanî, ev nêzîkatî gelo tektîk in, şerê taybet in. Nexwe xetereyê heyî Devlet Bahçelî jî dibîne, dixwaze pêşî bigire? Di vê wateyê de bi îfadeya Rêbertî desthilata AKP-MHP’ê eceba paradîgmayekê nû pêşxist? Ev gotin li ser vê pêşdikevin? Eceba vê plana xeter, vê konsepta hêzên hegemonîk a li ser herêmê tê pêşxistin ferq kir? Tiştê ku pêş dixin paradîgmayekî nû ye eceba? Van gotin hinek xwe dispêrin vê yan tam berovajî, ji vê rewşê wiha feydeyên mezin negirtin û eceba ji bo desthiladarî sax derkeve dubare wiha şerê taybet dimeşînin? Ev şerê taybet e, tektîkek e? Lewre ev di dema çûyî de pir hat ceribandin. Pêwîste herî xêde ev bê fêmkirin. Ji ber vê em bi vê hevdîtînê re nikarin behsa pêvajoyekê bikin. Wekî hin derdor nîqaş dikin pêvajoyekê çareserî û aşitiyê nîne. “

Back to top button