Civak

Di derbarê gorên komelî de raporek

Parlementerê CHP-ê yê Dersimê Huseyin Aygun di derbarê gorên komelî de raporek amade kir. Aygun daxwaz kir ku bila di parlementoyê de ji bo eşkerekirina van gorên komelî komisyonek bê avakirin û heqîqeta wan derêxin holê.

Li gora rapora parlementerê Dersimê li herêma Kurdistanê 113 gorên komelî hene. Di raporê de di derbarê gorên komelî de ev agahdarî cig digirin:

“ Di van goran de 1 538 kes weşartîne. ji van 279 kesên sivîlin û 1.259 jî endamên hêza çekdarin. Piraniya van kuştina li bajarên Diyarbekir, Sêrtê û Bilîsê pêkhatine.

132 kes li devera Şirnex hatine kuştin.54 kes jî ji aliyê Hizbullahê ve hatine kuştin û weşartin.

Li van bajaran komên komelî hene: Diyarbekir: 25, Sêrt: 16, Bilîs: 14, Wan: 9, Batman: 9, Şirnex: 7, Bingol: 6, Colemêrg: 6, Mêrdîn: 5, Agrî: 1, Elezîz: 1, Enteb: 1, Dersim: 1, Riha: 1, Igdir: 1 û 10 malên ku ji aliyê xizbulahê ve xelk weşartin hene.

Di raporê de tişta herî balkêş ewe ku, ev bûyer hemî di dema serokwezîrîya Tansu Çîler de pêkhatine.Li di dema ku Tansu çîler serokê hukumetê bû, SHP jî di demek ji van de şirîkê hukumetê bû.

Back to top button