Fermandeyekî serbazî behsa şikestina DAIŞê li sînorê Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Niha terorîstan ji êrişê ketine pozosyona berevaniyê û di pêşerojeke nêzîk de mizgîniya serkeftina yekcarî em radighînin.”
Cemal Morteke, fermandarê serbazî û parlamenterê Kurdistanê ji KDP.inof re got: “DAIŞê hemû hewlên xwe kirin ku axa pîroz a Kurdistanê dagîr bikin lê belê şikestin xwarin û nekarîn bighên armanca xwe. Niha jî şewaza şer hatiye guhertin û piştî şerê Giwêrê terorîstên DAIŞ ketin rewşa berevaniyê.”
Cemal Mortke di eniya şer de
Morteke got: “Niha hêzên pêşmerge ên Kurdistanê mijûlî xwe amadekirinê ne û di pêşerojekî nêzîk de balansa hêz tê guhertin û ew hêzên DAIŞ ên li sînorê Herêma Kurdistanê hene namînin.”
Wî fermandarê serbazî ew jî aşkira kir ku: “Di demek nêzîk de em mizgîniya serkeftina yekcarî radighînin, çûnkî ne tenê li sînorê Kurdistanê belku li nava Musilê û li tevahiya Iraqê morala DAIŞ têk çûye û şikestin xwariye.”kdp,info