Serokwezîr pêşwazî li şanda mesihî kir
Li Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyeke qedaseta Patiryak Mar Dinxa yê çarem serokê kenîsyên Rojhilata Navîn a bi serokatiya metran Mar Milîs Zeya kir.
Di dîdarekê de, şandeya mêvan silavên qedaseta Patriyak bi serokwezîr gihandin û sipasiyên xwe pêşkeşî hikûmeta herêma Kurdistanê kirin ji bo wê hemû alîkarî û hevkariya pêşkeşî bi xwûşk û birayên mesîshî kirine. Şandeya mêvan got ku, tiştê qewimî serhatî û tecrûbeyeke nexwestek û karesat bû, tekîd kir ku ev rewşek demkî ye û dê rewş weke berê bizivire.
Şandeya navborî behsa têkeliyên navbera pêkhate, ol û neteweyên Kurdistanê û bi tyabetî behsa têkeliyên dîrokiyên navbera kurd û mesîhîyan kir û tekîd li wê yekê kir ku, gel û pêkhateyên Kurdistanê hertim pêkvejiyane û dê bi hev re bijîn û çarenivîsa hemûyan yek çarenivîs e.
Serokawîrê herêma Kurdistanê bi rêya şandeyê silavên xwe ji qedaseta Patirîk re şandin û tekîd li ser kultura lêbihurînê û pêkvejiyana pêkhateyên civaka Kuristanê ku, bingehê serekiyê kurdistaniyane, kir. Serokwezîr got ku, tiştê qewimî bi hemû pîvanan karesate û derxist holê ku hemû pêkhateyên Kurdistanê di yek senger de bi hev re ne. Ji ber hindê hemû pêkhate li ser wê yekê ku, hertim bi hev re bin û ayînde jî her bo kurdistaniyane, bi îsrar in.
Barzanî, herwesa, got ku, Kurdistan hertim giringiyê bi pêkhateyan û bi taybetî bi pêkhateya mesîhîyan ku, pêkhateyeke giringa civaka Kurdistanê ye, dide: ”Raste tecrûbeyek tehl bo em têde jiyan, lê gelek ders jî têde bûn ku, me teşwîq dikin em paşerojeke baştir bo hemû pêkhateyên Kurdistanê ava bikin. Serokwezîr şandeya mêvan dilrehet kir ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi hemû îmkanên xwe dê ji bo dabînkirina aramî, emin û jiyaneke serbilind bo hemû pêkhateyan bixebite.
Şandeya mêvan got ku, ew hertim daxwazê ji nawendên navdewletî dikin ku, alîkariya herêma Kurdistanê û hikûmeta wê bikin daku bikaribe ji bona baştir avadankirin û sermayerazandinê pêngavên baştir pêvêje û sipasiya rola pêşmerge kir û got ku, ji bo hemû aliyan pêşmerge cîyê şanaziyê ye û rola wan tu carî nayê jibîr kirin.