Nivîsar

Di civatê de jiyana jinê

 Di  desthilatdarî ya mêran de cihê jinê û di civaka feodal de jiyana jinê.

Wekî kû tê zanîn jin di civaka  Kurdan de ne xwedî biryar  û gotin bûn .

Rewşeke bindest  de Heta bi zewaca wan jî bi biryara bavê yan jî mezinê malbatê bû.  Ji xwe yên buk an jî keçik  tu mafê wanî axaftin û biryara wan nebû. Ne xemginîya xwe tanîn  ziman ne jî bextewarî ya  xwe ger çiqase hestdar buna jî, bijankên xwe bi keserê av didan û destên xwe didan mêran, di nav rîtma xwe kuştina bê dengî yê,  bê deng diman û razîbuna xwe didan nişandan.  Her tevgerek jî ji wan re şerm û  qebehet bû, meriv karê gelek minaka bide,  her wuha jina Kurd gelek xem û jan kişandiye.

Jina Kurd bedelê gelek mezin dan. Her çiqas bedelê giran dan ewqas jî distewîyan û bi hêz dibun.

Ji alîkîve desthiladrarî ya dagirkeran  ji alîkî vê  ya hevjînê xwe, an jî  ji bav û birayê xwe gelêkî  bin dest bun.

Lê jina Kurd dest bi serhiladanê kir û  him di enîya  şer de şer kir, him di siyasetê de xebat kir komele, rêxistin civîn u civakan de cihekî girîng girt.

Di xwendin û perwerdehîyê de jî gelekî serkeftin pêk anî. Xwe gelekî pêş xistî ye. Di roja me de dikarê rêveberîya jinê cihanê bike .

Di dirokê de jî navdarên me yî jinê Kurd hene . Di rojê de jine şervan  gelekin , me minakê gelekî giring ditin.  Di vê şerê paşî li dijî Daîşê  serhildanek gewre kirin ji alîkî ve zaroka xwe şîr didan  ji alîkî ve jî  bi çekên  giran  şer kirin u bi ser ketin. Di Parlementoyan de  jina Kurd serkeftîye û cih girtî ye . Dİ warê nivîskarî,  sîyasî,  aborî,  jî gelekî serkeftîye .

Xwedî biryar û irade ye mafê xwe diparêze , mafê milletê xwe, mafê zimanê xwe , û bi ser bilindayî doza welatê xwe dike. Cih tê dikarê ferman bike .
Diyare ku di gelek mijarande  jî  biryarê jinê ji yên mêra diristirin.

Jina Kurd  bi bedelê giran li hemberî sîstemê,  hemberî  mêran,  li hemberî  dewletan  serî hilda, xwe azad kir u bi pêş ket.
İro jina Kurd  pêşengî ya  azad buna jinê cîhanê dike….

Zînê Amedî

 

Back to top button