Civak

Di 8 mehan de 280 jin hatine kuştin..!

Li gorî “Rapora 8 mehane ya kuştina jinan” ya ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ve hatiye weşandin, di navbera 1’ê Çile-31’ê Tebaxa 2024’an de herî kêm 280 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.
Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê daneyên 8 mehên destpêkê yên sala 2024’an eşkere kir. Li gorî vê yekê di navbera 1’ê Çile û 31’ê Tebaxê de herî kêm 280 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, mirina 50 jinan jî weke mirina bi guman hatiye tomarkirin.

Jin bi piranî li malên xwe hatin kuştin

Ji jinan 153 bi çek û 60 jî bi amûrên birîn hatin kuştin. Ji jinên hatin qetilkirin 134 jin zewicî bûn, 73 bi tena serê xwe bûn û 41 kes jî rewşa zewacê ne diyar bûn. Ji jinan 162 li malên xwe, 9 li cihê kar, 82 jî li cihên giştî hatine kuştin.

Di meha Tebaxê de 31 jin hatin qetilkirin

Di meha Tebaxê de 31 kuştinên jinan pêk hatin. Hat diyarkirin ku ji wan mêrên ku jin kuştine 4 kes di pêvajoya telaqdan û cudabûnê de ne. 13 jê jin bi çekê û 8 jî bi amûra birîn hatin kuştin. Ji jinên hatin qetilkirin 13 jin zewicî bûn, 10 kes bi tena serê xwe bûn û rewşa 5 jinan jî nehat zanîn. Ji van jinan 14 li malên xwe, 1 li cihê kar, 12 jî li cihên giştî hatine kuştin.

Back to top button