PolîtîkRojev

Di 78mîn salvegera damezirandina PDKê de peyama Nêçîrvan Barzanî

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi helkefta 16ê Tebaxê:

Bi helkefta 78emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) em bejna xwe li ber giyanê pakê şehîdên Kurdistanê ditewînin û silavên xwe pêşkêşî malbatên serbilindên wan dikin. Em rêberê gelê Kurdistanê û damezrînerê PDKê nemir Barzanî, hemû rêhevalên wî û hemû qehreman û şoreşgerên ku di tekoşîna PDKê û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê da têkoşiyane û fedakarî kirine bi hurmet û bi rêzdarî bi bîr tînin.

Bi germî pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî, serkirdayetî, hemû organ, endam, alîgir, cemawerê PDKê, pêşmerge yên qareman û bi giştî gelê Kurdistanê dikim. Di karwanê berdewamê xebat û tekoşînê da, ji partiya me û hemû dilsozên Kurdistanê ra serkeftinê dixwazim.

Bi vê minasibeta pîroz em tekîdê li ser nirx û prensîpên neguherbar û wan armancên netewî û niştimanî yên bilind dikin yên ku PDK ji bo wan hatiye damezrandin û pêşengiya tevgera rizgariya Kurdistanê kiriye. Cihê şanaziyek mezine ku PDK ji destpêka damezrandina xwe heta niha pêşengiya tevgera Kurdatiyê ji bona bidestxistina azadî û serbilindiya Kurdistanê dike û heta serkeftina dawiyê jî bi bawerî berdewam dibe.

Em 16ê Tebaxê di demekê da bibîr tînin ku, Herêma Kurdistanê, Iraq û navçe rûbirûyê astengî û pêşhatên mezin dibe. PDK ka çawa di têkoşîn, şoreş û destkeftiyên gelê Kurdistanê da rol û berpirsiyariya sereke hebûye, nuha û hertimî dê pêşengiya xurtkirina biratî, yekrêzî û parastina pêkvejiyan û qebûlkirin, tolerans û mafên destûrî yên gelê Kurdistan bike û bi hemû hêz û îmkanên xwe di vî warî da destpêşxer û berdewam dibe.

PDK her tim bi dîroka têkoşîna xwe, bi fedekarî û bi destkeftiyên xwe serbilind e û bi bawerî û baweriya gelê Kurdistanê ji bo paşerojeke geştir dixebite. Ji ber vê yekê, divê her tim bi pêşkeftinên serdemê ra, di her warî da, xwe nûjen bike û ezmûna rêveberiyê, xurtkirina saziyan û ruhê neteweyî pêş bixe û li ser têkoşînê israr bike heta azadî, serferazî û hemû mafên gelê Kurdistanê misoger bike.

Silav li ser giyanê şehîdan be
16ê Tebaxê pîroz be

Nêçîrvan Barzanî
16.08.2024

Back to top button