Li bakurê Kurdistanê gelek caran  hatîye gotin ku hestên neteweyî gelekî alozbûne. Sebebên vê yekê ne bi sere xwe siyaseta dagirker ya Tirkîye ye. Sebebek bingehîn jî siyaseta PKKê ya li dijê netewîyetiyê û ev yek girêdayîyê siyaseta entegrekirina Tirkiye ve ye. Ji ber ku di mercên Tirkiye û bakurê Kurdistanê de dewlet ev e sedsal in ku hewldide, kurdan bi rêya asimîlekirinê û qirkirinê Tirkiyeyê ve girêbide. An jî bi zimanek din kurdan bi tirkan ve entegre bike. Li vê derê mejiyê entegrekirinê ew e ku, tu ji hemû nirxên xwe yên sedemê heyîna tene bêyî şûştin û ber bi Tirkbûnê ve yan jî Tirkiyeyîbûnê ve herî. Dema armanc ev be , hemû siyasetên di vê çarçoveyê de têne kirin li dijê destxistina mafên rewa yê gelên Kurdistanê ne.

Hinek aqilmendên kurd ku çepîtyeke ji destê duyem dikin, derketine holê û qala serxwebunxwazîyê dikin. Lê hêja bi mejiyê xwe yê “entelektuel“ hizrên netewebûna kurdayetiyê bi mentalîteya çepitiya  jêbermayî ya çepên Tirkan dinirxînin û vê yekê wek kêmasiyekî didin nîşandan. Piraniya wan kesan bi zimanê tirkî dijîn, dixwînin û dinivîsînin. Ji xwe li bakur gelek caran tê gotin ku xelk zimanê kurdî naxwîne çêtir e ku mirov bi tirkî binivîse. Ev raman bi xwe jî kemîneke ku li ber zimanê kurdî hatîye danîn.

Di salên 70î de gelek gotubêjên cuda û balkêş li gel çepên Tirkan û heta radeyekî li gel hinek Kurdan jî dihatin kirin. Gelo kurd hene yan tune ne? Kurd miletin yan na? Kurd mercên ku bibin netewe anîne cih yan na? Bi vî awayî gelek ramanên pûç û ji hemû bingehên zanyariyê dûr dihatin gotubêj kirin. Piraniya aliyên kurd, yên ku îdeolojîyan didan pêşiya netewebûnê jî bi awayek cuda tevlî van gotubêje dibûna.

Bi kurtahî çep û “enteluktuelên” Tirkan, bi kiryarên xwe kurdan kirîbûn dijminê  hişmendiya netewebûna kurdan. Tê zanin ku serhildanên li bakurê Kurdistanê wek tevgerên neteweyî nedihatin bi navkirin. Şoreşa Îlonê di serokatiya Barzaniyê nemir de bi çavên çepên tirkan dihata nirxandin û gelek aliyên kurd Barzanî bi hevalbendiya emperyalistan itham dikirin û rexneyên mezin li Barzanî û şoreşa wî ya neteweyî dikirin.

Kurd bi nave çepitiya Tirkan û îdelojiyên cuda şerê doza xwe bi xwe dikirin. Bi taybetî piştî raperina 1991ê ya li başûrê Kurdistanê, hizrên neteweyî bêhtir hatin gotubêj kirin û kurd hinek bê jî li bakurê Kurdistanê  çarçoveya çepitiya ku tirkan dizayn kirî şikênandin û berê xwe bi awayekî dan Kurdistanê û piranî ji bûyeran bi perspektîfa Kurdistanîbûnê nirxandin. Lê mixabin li bakur tevgera gelêrî û bi hêz yanî PKKê şerê vê desthilatdariyê jî kir. Heker îro siyaseta tifaqa ku HDPê li gel çepên Tirk pêkanîye û rêberên Qendil û vê yekê ve girêdayî bên nirxandin, bandora çepên tirkên Kemalist eşkere xûya dike.

Li hember vê siyaseta ku li dijê hemû nirxên kurdperweriyê dive ji bîr nebe. Em Kurd in, Kurdistanî ne, Alaya me ya Kurdistanê ye, siruda me Ey reqîb e. Em neteweyek bi serê xwe ne, navê welatê me Kurdistan e. Mafê me yê dewlebûnê heye. 

Dema em bikaribin van tiştan bêjin, bila herkes xwediyê îdeolojiya xwe be, bila hin çepgir bin, hin îslamî bin, hin jî qewmî bin. Kî çi dixwaze bila ew be, lê hevbeşiya me jî li ser bingeha berjewendiyên neteweya Kurdistanê be.
Em tenê bi vê yekê dikarin bibin bersiva daxwaziyên milletê xwe û ramanên xirab yên li dijê destkeftiyên neteweyî ji xwe dûr bikin. 

Em bi vê yekê rojek ji rojan dikarin bibin xwedî dewlet.

Dara Bîlek

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: