Hevpeyvîn

Dewleta kurdî dê çi bandorê li Tirkiye bike ?

Rojnamevan Elif Çakir di nivîseke xwe de behsa hevpeyvîneke xwe a digel Cewad Uneş cîgirê serokê berê yê MITê dike û dibêje:

Min di hevpeyvînekê de ev pirs ji Cevat Öneş kir:

Êdî Mesûd Barzanî bi ron û eşkere behsa dewleta kurdî dike û nuha eger heye ku ew dewleta ava bibe. Dewleteke kurdî ya serbixwe li bakurê Îraqê bê avakirin dê çi karîgerî û tesîr li ser pirsa kurd li Tirkiyeyê hebe?

Di bersivê de, Cevat Öneş got: “Hêz û ber bi pêşveçûna Tirkiyeyê li aliyekî û berdewamîdan bi çareserkirina pirsa kurdî li aliyekî din wisa kiriye ku avakirina dewleta kurdî li bakurê Îraqê tu tesîra xerap li ser Tirkiyeyê neke. Lê eger demokrasiya Tirkiyeyê pêş nekeve û pirsa kurd ber bi çareseriyê ve neçe û PKK bê çek nebe, hinge dê tesîreke xerp li ser Tirkiyeyê bike.

Derkirina PKK ji çiyayê Qendîlê niqteyeke gelek giringe, lê ev yen bi tenê ji bo çareserkirina pirsa kurd, têrê nake, pêwîste dewlet rêyên din jî li pêşiya xwe deyne û di destûrê de pênaseya hevwelatîbûnê biguhere û perwerdeya bi zimanê dayîkê yekalî bike, eger dewlet van du niqteyan bike pirsa kurdî dê ber bi çareseriyê ve biçe.

 

Back to top button