Polîtîk

Li Washingtonê serokê Kurdistanê serdana balyozxaneya Iraqê kir

 

Berî nîvroya îro bi dema Washingtonê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Balyozxaneya Iraq li Washingtonê kir û li wir jî ji aliyê Cabir Hebîb Cabir Balyozê Iraq li Washingtonê û berpirsên mezinên Balyozxaneyê ve hate pêşwazî kirin.

 

Li hevdîtinê de Balyozê Iraq kar û erkên Balyozxaneyê ji bo Serok Barzanî ronahî kir û van plan û hengavan jî ku ji bo rêxistina pêwendiyên li gel navendên siyasî û aborî û kulturiyên Emerîka dariştine xisterû û tekez jî li wê yekê kir ku Balyozxane yê hemû Iraqiyane bi bê cûdahî. Her wiha hemû hewl jî bi navê xizmetkirina Iraqiyan da dibê. 

 

Ji aliyê xwe Serok Barzanî ji bilî bi girîng nirxandina karên wan, tekez li wê yekê kir ku pêwîste Balyozxaneya Iraqa Federal jêdera hêz û palpiştiya hemû Iraqiyan bi bê cûdahî be. Hêvî jî xwest ku roleke bi bandor li dirustkirina baştirîn pêwendiya li navbera Iraq û Emerîkayê de bibînin. Heman demî de amadehiya xwe jî ji bo piştgiriya kar û erkên wan de derbirî.

 

Back to top button