Dewlet, Ocalan û nirxandina pêvajoyê.!

Pêvajoya ku, li Tirkiye di rojeva siyasî de tê axavtin û li ser gelek nirxandin çêdibin, dixweyê gelek hewldan hene ku rastiya vê pêvajoya bê nav neye têgihandin. Ev yek ji bo Tevgera Kurd yanî ji bo aliyên siyasîyên kurd handîkapêkî peyda dike. Pêvajo û armanca vê pêvajoyê gelek vekirî û zelal e. Ji serokkomarê Tirkiye û herweha endezyarê destpêkirina pêvajoyê dibêjin, pêvajoya “ Tirkiyeka bê Teror“. Daxwaz ji Ocalan kirine ku veca bese, PKKê fesih bike û bila devjêberdan çekan jî ragihîne.
Ocalan di bersiva dewletê de 3 xalan bi zimanek zelal dibêje.
- Divê PKK kongreya xwe li darbêxe û fesihkirina xwe ragihîne.
- Divê PKK ji dev çekan berdê.
- Nabê hêdî behsa dewletbûnê, federasyonê, xweseriyê û tiştek din ji bo Kurda bê kirin. Tenê Tirkiye Demokratik..
Niha dema her tiştek bi vê awayî zelel be nirxandinên tene kirin jî bê watene û naveroka wan tûneye. Di insiyatifa Ocalan de PKKê 50 salî ji bo tehrîbata civaka Kurd xebitî û xeta netewî , Kurdeyatî niştimanperwerî tüne kir. Niha jî bi awayek din xwe radest dike û projeya bi sala 1978ê destpêkirî, îro di roja me de dawî tîne.
Li vê dere çend xal hene. Gerek behsê bê kirin.
Yek ji wan ew ku, piraniyên partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê PKK ji bo kar û xebata netewî wek asteng didîtan. Naha ev asteng ji holê radibe.
Şerê PKKê bê watebû zererek mezin dida tevgera Kurdistanî û heta radeyekî raste rast şerê tevgera azadixwaza Kurd li hemû beşên Kurdistanê dikira. Niha devjê berdana çekan ji bo Tevgera azadixwaz a Kurdistanê girînge û gelek warek erênî peyda dike. Tehdîta PKKê li ser destkeftiyên Kurdistanê bi temamî ji holê ranebê jî gelekî aloz dibe.
Beşek di nav refên PKKê de ku rastî bedel dane, ji vê teslîmiyetê tê nagihin û di nava tevlîheviyek fikrî dene û naxwazin vê pêvajoyê fam bikin. Lê têzanîn ku hinek gurub di nava PKKê de tişta hatî kirin qebûl nakin û ew jî li gora xwe di nava çalakiyekî de ne.
Kurtasî Dewletê û Ocalan çewe ev pêvajo destpêkirîn û hûnandin niha jî dawî tînin. Veca daxûyaniyên DEMê yan jî hinek aligirên PKKê yên ku dibêjin: “ Bila serok azad bibe“ “ Bila dewlet hinek gavan bavêje“ ne xwedî nirxek siyasîye. Ocalan ji xwe azad e û dewletê gava pêwîst a ku tevgera PKKê tüne bike jî avêtiye.
Bila kesek xwe nexapîne. Eger taybetî ev pêvajo ji aliye partîyên Kurd ve bi zelalî neye nirxandin..Dê rastiya heyî û karaseta PKKê anî sere vî miletî tucara neye têgihandin..
2.6.2025
Nêrîn/Şirove
N.Firat