Nivîsar

Dev ji çîroka em birakujiyê nakin berde ey PDK!

PKK eşkere şerê Kurd û Kurdistanê dike. Di vê helwesta xwe de dirust û vekirî ye. Partîya ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe bike û paraztina sînorên dewletên dagîrker ji xwe re bike armanc, bêguman wê êrîşî Pêşmergeyan jî bike, wê wan birevîne jî, wan bikuje jî. Ma PKK ne ji bo vê armancê derketiye holê?

Nûrî Çelîk

Dewletên mezin plan û projeyên 50-100 salî amade dikin û pêşeroja dewleta xwe li gor wan plan û projeyan saz dikin. Piştî 1965an, bi damezrandina PDKT û partîyên din û bi bandora şoreşa M.M.Barzanî, hest û ramanên netewî û Kurdistanî li Bakur xurt bûn, Kurdên Bakur ji xewa giran şiyar bûn. Şiyarbûn û pêşketina hestên netewî tirs û xof xist dilê rayedarên dewleta Tirk. Ji alîyê din, ji têkçûna Peymana Lozanê re jî 50-60 salek mabû. Ev jî dihat wateya guhertina nexşeya Rojhilata Navîn û damezirandina Kurdistanek serbixwe. Evan herdu bûyeran dewleta Tirk mecbûrî plan û projeyên nû kir û PKK di encama van plan û projeyan de hat avakirin. Ocalan bilasebeb nabêje ” Min PKK bi pare û çekên MÎTê ava kir “.

PKK bi kujtina Kurdan dest bi şoreşa xwe kir û di nava 40 salî de zêdeyî 100 hezar Kurd dan kujtin. PKK gund û bajarên Kurdistanê ji Kurdan xalî û vala kir, milletê Kurd mecbûrî koç û penaberîyê kir, hestên netewî di giyanê Kurdan de nehişt û bû sebebê pişaftina zimanê Kurdî. Pûçkirina hestên netewî, valakirina Kurdistanê û têkbirina Kurdên Bakur armanca sereke bû. PKK li ser vê bingehê hat damezirandin û di şoreşa xwe ya Bakur de bi ser ket û giha armanca xwe (!). PKK dixwaze heman şoreşa wêrankirin û windakirina Kurd û Kurdistanê li Başûr, Rojava û Rojhilat jî pêk bîne. Ji xwe sedema ku li Başûr, Rojava û Rojhilat bi cîh bûye jî ev e. 

PKK eşkere şerê Kurd û Kurdistanê dike. Di vê helwesta xwe de dirust û vekirî ye. Partîya ku dijminatîya Kurdistanek serbixwe bike û paraztina sînorên dewletên dagîrker ji xwe re bike armanc, bêguman wê êrîşî Pêşmergeyan jî bike, wê wan birevîne jî, wan bikuje jî. Ma PKK ne ji bo vê armancê derketiye holê? Belê.
Esas li vir partîya ku divê bê rexnekirin û hetta rexneyên pir tund lê bên kirin, PDK û Barzanî ne. PDK a ku di 1983 an de bi PKK re protokol çêkir, bi her şêweyî alîkarîya wan kir, ew li Başûr bi cîh kir û kir bela serê hemû Kurdan, çima nikare li dijî PKK helwestek eşkere, wêrek û tund bistîne?

Çend pirs û pêşniyaz.

Wek mînak;

1- PKK a ku di qada navnetewî de di lîsteya terorê de ye û wek rêxistinek terorîst tê naskirin, çima ji alî PDK ve bi qurban û heyran tê paraztin? 

2- Bi qasî ku PDK alîkarîya PKK kiriye û ew paraztiye, alîkarîya dost û hevalbendên xwe nekiriye. Heke li şûna PKK alîkarîya dost û hevalbendên xwe yên li Bakur û Rojava bikira yan jî xwe li Bakur û Rojava bihûna, niha wê rewşa Bakur, Başûr û Rojava pir cuda bûya. Wê PKK nikarîba wek îro zirar bidaya hemû Kurdan.

3- Hûn dixwazin 24 katjimêran PKK wek partîyek Kurd binasin, wê wek terorîst nebînin û bêjin ” Em şerê brakujî naxwazin”, PKK tucarî nebûye û nabe partîyek Kurdistanî û hûn bixwazin yan nexwazin wê PKK şerê we bike. Yan divê hûn netew-dewlet û Kurdistanek serbixwe nexwazin û wek PKK yekrêzîya sînorên dagîrkeran biparêzin, yan wê PKK şerê we bike û her roj Pêşmergeyan birevîne û bikuje. 

4- PKK tucarî ji berlêgerîn û qurban û heyranê fêhm nake. Yan divê hûn dev ji çîroka „ şerê brakujî ” berdin û bi ziman û helwesta PKK bersiva PKK bidin, yan jî di çavê Kurdan û awira gelemperî de hûnê piçûk bikevin û wê tu rêz û paye ji we re nemîne. Heger hûn dixwazin birastî ji gef û xezeba PKK xilas bibin, divê hûn dûrişma „ Zor Gîzerê Radike ” ji xwe re bikin rêbaz.
5- Heger birastî hûn dixwazin ji gef û xezeba PKK û dewletên dagîrker xilas bibin, divê hûn xwe ji siyaseta „ teng û hindik û rindik ” azad bikin, ji bo çar parçeyên Kurdistanê siyasetek netewî bimeşînin, bi her awa û derfetê alîkarîya partîyên dost bikin û hevalbendên xwe xurttir bikin.

Û bi dehan pirs û pêşniyazên din….

Bi Kurd û Kurmancî; PKK bi revandin, kujtin, têkildan û desttêwerdanan erk û kar û xizmeta xwe dike. 

Baş e, li hember kiryarên PKK, PDK çi kiriye, çi dike û wê çi bike?

Back to top button