Detaliyên hilbijartinan li Îraq û Kurdistanê
Hindirên Mihemed berprisê ofîsa Hewlêrê ya komisyona balaya serbixwe ya hilibjartinan li Îraqê di daxuyaniyekê de bo ajansa nûçeyan Anadolu, detaliyên hilbijartinên parlamnetoya Îraqê û civatên herêma Kurdistanê eşkere kirin.
Li gor wî berprisê komsiyona balaya hilbijartinan:
– 9040 kesan xwe ji bo parlamnetoya Îraqê kandîd kiriye ku, bi ser 107 lîste û qewareyan de dabeş dibin
– 21 milyon û 400 hezar kesan li Îraqê mafê dengdanê bo parlamentoya Îraqê heye
– Parlamentoya Îraqê ji 328 kursiyan pêk tê, bi herêma Kurdistanê Îraqê ve:
– Wîlayeta Hewlêrê 15 kursî, Silêmaniyê 18 kursî û Duhokê jî 11 kursî bo parlamnetoya Îraqê
– 713 kesan xwe ji bo civatên wîlayetên herêma Kurdistanê namzed kiriye
– Kursiyên civatên wîlayetên herêma Kurdistanê ji 90 kursiyan pêk tê bi vî away:
– Herwlêr 30 kursî, Silêmanî 32 kursî û Duhok jî 28 kursî
Li gor komisyona balaya serbixwe ya hilbijartinan nifosa herêma Kurdistanê 5 milyin û 169 hezar kes e û 2 milyon û 785 kesan mafê dengdanê heye.
Weke kut ê zanîn lir oja 1l nîsanê piropagende û kampaniyaya hilbijartinan li Îraqê û herêma Kurdistanê dest pê kir û dê heta 28ê nîsanê dewam bike û di 30ê nîsanê de dengdan dest pê dike.