Hevpeyvîn

Di destûrê de tiştek ji bo berjewendiyên netewa kurd tuneye

Helwesta partiyên kurd li Bakurê Kurdistanê di derbarê referanduma ku ji bo guhertina destûrê de çêbê çîye?Ji bo bersiva vê yekê me hinek pirs ji serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye,  M.Emin Kardaş pirsîn.PDK- T , hêja biryara partiyê nedaye. Lê dê di civîna 25ê Sibatê de ya Meclisa partiyê û Koma Şêwirmendiya partiyê de biryara xwe bidin. Rojevakurd: Hun wek partî van guhertinên di destûrê de hatîn kirin çewe dibînin?M.Emin Kardaş : Di zagona Cumhuriyate Tirkiye(TC) de gorandinên  18 Xalan “ERÊ na jî NA “ bi referandumê dê bikevine dengdanê li ber çava gorandinek ji bona berjewendiya netewa Kurd nîne.Îktîdar  di bêj e, “ev xalan ji mayindeyî û aramiya  Tirkiya yê re pêdiviyak e”. Muhalefet jî , dibêje“Ev xalan ji Tirkiya yê re cûdabûnekê tênê”. Dema em bi çavên netewa Kurd lê temaşe dikin, ev referandum bes kêşeye ke, hikimranî (îktîdarê),ye. Mesele ne hebûn û nebûna Tirkiyê’ ye. Em van gorandinan têr nabînin.Rojevakurd : Gelo li gor we dive destûrek çewe hebê.M.Emin Kardaş : Divabê; destûrek bi gelemperî werê çêkirin ko ew destûr mafê hemî neteweyan û kêmnetewa têde bi cîbicî bibê . Mînak li erdnigariya Tirkiya herêmek heye Kurdistana gelên wê kürdin zagona nû pêvîste mafê Netewa Kurd li zagonê bête nivîsandin ê mînak “doğu güneydoğu” Bi navê Kurdistan werê gotin, pejirandin û parlementên li Kurdistanê werin hilbijartinew bi nav û  nasnameya Kurdistan werin pejirandin û  bi weke parlemenê Kurdistanê werin bi navkirin û enos kirin.Rojevakurd : Di vê referandumê de Na yan û Erê ji bo we tê çi watayê?M.Emin Kardaş : 1) Ev Referandûm ji bona pejirandina serokatiyê ye. Di pêşeroja vê dewletê de rê li ber hikûmetên koalisyonan tête girtin,  ji ber ko edî hikimranî bi giranî dikevê destê Serokatiyê,Serokatî bi her awayî li vî welatî dê ji Kurdan re bi xêrtir be, Rêya federasyonê, sîstema eyaletan û desthilatdariya herêmî vedibe. Û  muhatabê me kurdan, ji piralî dê bibe yek kes eve ya jî barê Kurdan di helkirina pirsgirêkan de dê hêsantir bibê.2) Îktîdara îro ji hemî îktîdarên derbasî ji Kurdanre nermîntir e. Mînak têkiliyên bi herêma Kurdistanê re.Rojevakurd : Helwesta we di referandumê de çiye? û ji bo çi?M.Emin Kardaş : Bersiva Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiya  hêj me biryarek nîne lewra meclîsa me û koma şêwirmendi ya  Partiyê dê 25. 02. 2017 bicivê  di wê civînê de dê biryara xe ji van xalan yekê pesend  (1.ERÊ, 2. BOYKOT 3. SERBEST) bikê.SILAV Û RÊZ.M.Emin Kardaş  

Back to top button