Cîhan

Destpêşxeriya serok Barzanî di mediya cîhanî de

Pêkînana hikûmeta nû ya Îraqê di dezgehên ragehandinên cîhanê de cihekî girîng girt û rola Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê  di pêkînana hikûmeta nû da  wek rolê diyarikerê paşeroja îraqa federal hate binav kirin. Rojnameya (Die Zeitung) ya almanî di nûçeya xwe ya li jêr manşêta; Îraq piştî heşt mehan bi destê serikirdeyê kurd hate damezirandin da, pesnê rola serokê herêma Kurdistanê dide û destpêşxeriya wî bi garantîkirina paşeroja geş ya Îraqê binav dike.
 Rojnama navborî dinivîse ku, danûstandinên li Bexdayê yên di çarçoveya destpêşxeriya serokê herêma kurdan de hemû destêwerdanên derve vala derxist û bi bernameya navxweyî û bi îradeya gelê xwe serkêşiya dirustkirina hikûmeta nû ya îraq kir.

Rojnameya (Le monde) ya fransî jî di manşêta xwe ya serekî da nûçeya li jêr navê; Barzanî li Îraqê kilîla çareseriyê ye dinivîse ku serikirdeyê kurd carekî dî Îraq ji kirîza siyasî rizgar kir û têda behsa rijdiya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê dike û dibêje: Bê kurdan li Îraqê çi karek nahête encamdan û hikûmeta Îraqê dê hemû aliyên siyasî û netewî di nav xwe da hembêz bike.

Rojnameyên amirîkî, The Washington Post û The New York Times jî di manşêtên xwe da nûçeyan li dor pêkanîna hikûmta nû ya Îraqê diweşîne û diyar  dikin ku; serikirdeyên kurdan li Îraqê bûne navnîşana çarekirina arîşeyan. Ew rojname di nûçeyên xwe da pesnê serokê herêma Kurdistanê didin û diyar dikin ku Mesûd Barzanî hemû aliyên siyasî li dor yek mêza danûstandinê komkir û bi destpêşxeriya wî hikûmeta nû hate damezirandin. 

Her wesa rojnameya Los Angeles Times,  piştî rêkeftina di navbera aliyên siyasîyên Îraqê da hatî îmzakirin, di gel serokê herêma Kurdistanê hevpeyvînek saz kir û hevpeyvîna serokê herêma Kurdistanê wek nûçeya sereke di rupelê yekem da li jêr navê; Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê meydana siyasa Îraqê hejand, weşand.

 Rojnameya Le Figaro ya ferensî jî wek nuçeya sereke cih da rêkeftina di navbera aliyên siyasiyên Îraqê de û diyar dike  ku, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê xeta rêkeftina di navbera aliyên siyasî da li Îraqê dirust kir û behsa wê yekê jî dike ku bi saya hevpeymaniya bihêz ya di navbera Barzanî û Talebanî de û bi destpêşxeriya serikirdeyê herî naskirî yê kurdan Mesûd Barzanî Îraq ji qeyirana siyasî rizgar bû.

Rojnameyên Tirkiya jî wek nuçeyên sereke cih dan destnîşan kirina Celal Talabanî wek serok komarê Îraqê. Di manşêta rojnameya Radikal ê da diyar dinivîse ku Mesûd Barzanî bu egerê dirustbûna rêkeftinê û nakokîyên di navbera aliyên siyasî da ji holê rakir û herwesa dinivîse ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê hemû pîlanên derve yên ku ji aliyê Turkiya, Amirîka û Îranê ve hatibûn dariştin vala derxist û li ser bingeha berjewendiyên hemû Îraqê serikirdeyên siyasîyên Îraqê li dora mêza rêkeftinê komkirin.
 Ajansa nûçeyan ya Reuters  jî bi nuçeya lezgîn diyar kir ku destpêşxeriya serokê herêma Kurdistana Îraqê serikirdeyên siyasîyên îraqî gehande rêkeftinê û di demeka nêzda Malikî dê dest bi dirustkirina hikûmeta nû ya Îraqê bike.

Ajansa nuçeyan BBC ya Birîtanî jî rêkeftina li Bexdayê ya di navbera serikirdeyên îraqî de   wek dawiya bêhikûmetiyê li Îraqê bi nav dike û nuçeyeka lezgîn belav dike û di nûçeyê da behsa rola serokê herêma Kurdistanê dike  û dibêje ku, Mesûd Barzanî rola xwe li meydana siyasiya rojihelata navîn bi giştî û li Îraqê bi taybetî baş bicih anî û Îraq ji kirîzê rizgar kir.

Li aliyê din bi rengekî giştî rojname û telefîzyonên welatê Îtaliya girîngiyeka taybet dan rêkeftina di navbera serikirdeyên siyasîyên Îraqê li dor dirustkirina hikûmeta nû ya Îraqê û behsa rola mezin ya serokê herêma Kurdistanê kir û diyar kirin ku serokê kurdan li gorepana siyasiya Îraqê da serê kurdan bilind kir û kurdan ew yekê dupat kir ku bê wan kes nikare çi pênigavekî li Îraqê paavêje.
Tîlefîzyona kurdî Roj Tv jî di nûçeya xwe ya serekî da rêkeftina di navbera aliyên siyasîyên Îraqê da gehande temaşevanên xwe û diyar kir ku bi saya hevpeymaniya di navbera kurdan û bi destpêşxeriya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê Îraq qonaxa bêhikûmetbûnê derbaz kir. Roj TVê  her wesa ew yek jî diyar kir ku Mesûd Barzanî bi rijdiya xwe ya li ser 19 xalên daxwazên herêma Kurdistanê û serok komariya Celal Talabanî bi hemû aliyan îraqî daqebûl kirin û roleka sereke dît di rêkeftina siyasiya Îraqê da.

Ajansên farisî jî bi berfirehî behsa rola serokê herêma Kurdistanê di hevgirtina layenên siyasîyên Îraqê da dikin û radiyoya Ferda ya farisî çendîn babetên girîng li ser jiyan û karûxebata serokê herêma Kurdistanê belav dike û diyar dike ku kurdan rola xweya dîrokî di yeketiya Îraqê da bicih anî û Îraq ji qeyirana siyasî rizgar kir.
Ajansa  BBC ya farisî jî diyar dike ku kurd li Îraqê bûne kilîla yekgirtina hemû îraqiyan û şiyan Îraqê ji aloziyan qurtal bikin û her wesa behsa rola serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî dike û rolê wî ya karîger di hevgirtina layenên siyasîyên Îraqê de wek qunaxeka mezin bo yekgirtina îraqiyan binav dike.
 Ajansa nûçeyan ya Îranê,  Îrna, jî behsa avabûna hikûmeta nû ya Îraqê dike û ew her wesa raportek li ser jiyan û xebata Celal Talebanî jî belav dike.

 

Evro/Rojevakurd

Back to top button