Civak

Agirê sînema Amûdê mîna serpêhatiya Hîroşîma ye

Sernîvisa jor, dîtina Seydayê M. Ehmedê Namî ye. Em jî weke wî hizir dikin. Serpêhatiya ”sînema Amûdê” jenosîd e û divê were rojeva kurda û ya navnetewî.

Kesên weke me ku bi mafê mirovan dadikevin, bi taybetî pirsa jenosîdê ji xwe re dikin xebata bingehîn, ji bo ku serpêhatiyek mîna ”Sînema Amûdê” analîz bikin, li ser çend xalan kur dibin:

– Nasîna rejîma Suriyê, helwesta wê di wan salan de li ser Kurda, nêzîkbûna wê ji bo fikra azad, çapemenî û lêkolînê
– Belge û dokumentên li ser buyerê
– Dîroka devkî ku derbasî ser rûpelan bûye, nivîs û hevpeyvînên bi şahidên buyerê û malbatan
– Şêwra bi qanûnasê pirsê û vekirina rêya lêkolînê û dadgehkirinê…

Nivîsên şahidê bûyera Amûdê, nirxandina kesên ji herêmê (amude.com) û berhema seydayê Namî (Agirê Sînema Amûdê, jîna nû) ji bo destpêka aktuelkirina buyerê ji awira navnetewî ve pir baş in. Lê ji bo encam girtinê, xebatek bi sebir, hevkariyek kolektîf û piralî pêwîst e. Em hinekî li ser pirsê kur bibin:

Hikumeta Sûriyê û rewşa Kurda

Hîroşîma di dîroka mirovahiyê de jenosîdek naskirî ye, di havîna 1945 an de pêk hatiye û kûştina 90 hezar kesî bi xwe re aniye. Mamoste Namî, buyera ”Sînema Amûdê” dişîbine ”komkûjiya” Hiroşimayê û bêşik berê mirov dide, dewleta Suriyê, rêvebirên wê yê herêmî.

Dema bûyer pêk hat, helwesta dewleta Suriyê li hemberî kurda ji aliyê Dr. Abdulbasit Seyda ve wisa tê şirovekirin:

”1-Di dema şewata sînemê de, serokatiya Partî (Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê) tevde girtî bû, di gel serokê Partî bi xwe, Dr. Nûredîn Zaza, yê ku bi hevalên xwe re di 03.12.1960î de (piştî şewata sînemê bi bîst rojan) hate dadgehkirin û yê ku jê hate xwestin, ku îfadeyekê li ser nerîn û daxwazên xwe binivîsîne. Nûredîn ew îfade nivîsand û pêşkêşî dadgehê kir. Di wê îfadeyê de, Nûredîn behsa gelek tiştan li ser rewşa kurdan di salên berî şêstî de kir û da xuyanîkirin, ku ne tenê newekhevî di navbera kurd û ereban de ji alî hikumetê ve heye, lê belê bi ser de zorî jî li kurdan tê kirin, hebûna wan nayê qebulkirin, gelek gotinên nebaş û nedurist li ser wan ji alî zilamên hikumetê ve têne gotin, navên gund, bajar û zarokên wan têne guhertin. Mirov li ser pirtûkeke kurdî tê girtin û ji ber ku mirov kurd e, gotinên ne li rê dibhîze û lêdanê dixwe.

2. Di sala 1962ê de, serhejmar tenê li Cezîrê hate bicihanîn û ji alî hikumetê ve bi navê wê serhejmarê nasnameya Suriyê ji bêtirî sedûpêncî hezar kurdî hate standin (ev hejmar îro bûye zêdedtirî dusedûpêncî hezar kesî). Û wek ku mirov dizane, biryareke weha nayê standin û bicihanîn, ku tendênseke şovînî berî wê tune be û goftûgoyek dûr û dirêj berî wê bi demekê ne hatibe kirin.

3. Di sala 1963ê de, pirtûk an raporta Mihemed Taleb Hîlal a bi navê “Lêkolîn li ser Parêzgeha Cezîrê” derket. Di vê raportê de, Hîlalêê ku wê gavê li Cezîrê serokê istixbarata siyasî bû, ji hikumetê dixwaze ku rê ji hemû aliyan ve li kurdan teng bike, kar nede wan, erd ji wan bistîne, ereban bîne deverê, navê musulmantiyê li ser şêxên wan rake, wan nexwendî bihêle, rehetyê bi ti awayî nede wan, da ji neçaretî bar kin. (Îroj em berhemên wan daxwazan, ku bi cih hatin, dibînin).”

Rojnamevan Sîrwan Berko jî, bi rêya bîranînê Dr. Sededîn Mele wêneyekî eşkere li ser Amûda sala bûyerê pêşkeşî mirovan dike:

”Amûdê wê çaxê “bûka welat” bû. Ew xwedî dîrokeke mezin bû. Kurdewarî û welatparêzî li vî bajarî bi tîpên mezin dihatin û hîn jî têne nivîsandin. Amûdê “stiriyeke beloq bû di çavên dewletê de.” Dr. Sededîn Mele diyar dike, ku berpirsyarên ku dewletê ew dişandin Amûdê, piştî ku karê wan li wir bi dawî dihat û wan “têra xwe bajêr diçewisand û bêrîkên xwe ji xêrên wê tije dikirin”, ji bo “serketina wan” di birêvebiriya bajêr de bi posîsyoneke bilindtir “dihatin xelatkirin.” Carekê yekî ji wan bi navê Remedan Ubeyd el-Nasir ji Amûdiyan re gotibû: “Amûdê dewletek e û ez serokê wê me!”

Seydayê Namî jî, dîmenek pir guhertî li ser Kurdê Amûdê, li ser helwêsta wan ya welatperweriyê û alîkariya welatên bindest nîşanî mirovî dike:

”Bingeha serpêhatiya çîroka Agirê Sînema Amûdê arîkariya gelê Cezayîr bû”, dibêje Seydayê Namî.
Ji Rojavayê Kurdistanê, alîkariya gelê Kurd gihiştibû şerê azadiyê yê Cezayirê li hemberî fransiyan (1954). Mudîrê nehiyê jî gazî mamosteyên dibistanan dike. Pêşniyaza Mudîrê Nehiyê ew e ku, ew ê sînema Şahrezad kirê bike. Ji mamosteyan dixwaze ku, xwendevanên dibistanê çarîk lîre bidin heqê bilêta sînemê û li fîlmî binêrin. Perên ku bêne komkirin, bi alîkariyên din re bişînin Cezayîr ê.

Roja buyerê, 13 ê çiya Paşîn 1960 î de mudirê dibistana Xezalî xwendevanên xwe û dibistana Mutenebî nîvro civandin. Di nav wan de jipiya sekinî û gotinek bi hiner pêşkêşî wan kir û got:

”Ey birayên ciwan û xwendevanan, ey xortên Kurdên comerd hûn baş dizanin ku ev çend sal in birayên me yên cezayîrî xwîna xwe ya paqij dirêjin li hemberî dijminê xwînrêj, ji bo azadî û serbestiya welatê xwe.  Û ez baş dizanim ku gelê Kurd miletekî azadîxwaz û xîretşînaz e û dijminê imperyelîzm û kevneperestan e…”

Dema mirov li ser dîtina her sê kesan, Seyda, Mele û Namî kur dibe, wêneyek wisa derdikeve holê:

Wê demê Kurd şiyar in. Piştgiriya miletên azadîxwaz fêm dikin. Helwestên ji bo azadiyê eşkere dihênin ziman. Amûdê kaniya welatperweran e û ji bo dewleta Suriyê tehdîtek mezin e. Dewletê, ji bo girtin û cezekirina rêvebirên Kurda beşek ji planên xwe pêk aniye. Ji bo înkarkirin, talankirin û valakirina rojavayê welêt plana xwe heye. Ji bo pêkanîna plana xwe, divê buyerek pêk were û xelk bê tirsandin…

Ji awira peymanên navnetewî ve ”Jenosîd”

Peyva jenodîsê bi taybetî piştî hovîtiya Naziyan li dijî Cuhûwan derket pêş û bi saya ”annihilate, destroy” forma xwe ji awira siyasî, hiqûqî û mafê mirovan ve xurtir kir. Gava li dijî Jenosîdê, di 1948 an de, di civîna ”Neteweyên Yekbûyî-NY” de, bi peymana ”Convention on the Prevention and Punishment of the Crime of Genocide” hate pejirandin. Li gorî peymanê:

“Jenosîd, bi zanabûn, û li ser bingeha netewî, etnîkî, nijadî û olî  “ji holê rakirin, tunekirin”a beşek anjî tevahiya komekî ye.  Di pêkanîna jenosîdê de, kûştin, seqethiştina fizîkî di laş û mentalê wê grupê jî suc tê hesibandin. Bi rêya tunekirinê, guhertina şertên jiyanê, bi qismî anjî tevayî rêlêgirtina zêdebûna nesilê wê komê, û bi rêya zorê veqetandina zarokan ji koma xwe û bicîkirina di nav komên biyanî de jî dikeve nav peymanê.

Jenosîd dikare di dema aştî anjî şer de pêk were. Çi demê pêk were, dîsa jî suc e. Ji ber ku peymana jenosîdê welatan eleqadar dike, pêkanîna jenosîdê ji awira navnetewî de suc e, û li dijî peymana NY ye”.

Di buyera “Sînema Amûdê” de, dewlemendan û kesên hale xwe normal in, ji xwe alikariya aborî ya pêwîst ji bo Cezayîrê berhev kiribûn. Lê Mudirê bajêr, berê xwe dide xwendevanên dibistana seretayî. Dixwaze zarok jî beşdarî vê alîkariyê bibin. Zexta xwe datîne ser mamosteyan, sînema bajêr dixe bin kontrola xwe û berê zarokên Kurda dide sînemê.

Ji bo ronîkirina bûyerê û girêdana wê bi jenosîdê dive mirov li roja pêkhatina serpêhatiyê vegere û dîsa li ser nivîs û şahidbûnê kur bibe.

Jenosîda Amûdê

Piştî komkirina peran û arîkariya xelkê, israr û teklîfa Mudirê bajêr jibo zarokan û çûna sînemayê ji aliyê Namî ve wisa tê şirovekirin:

“Piştî ku bajar xelas bû ji civandina arîkariyê bi têkrayî, rû sipîtî û camêrî, ji nû ve hinek xeyalên nû hatibûn bîra hinekan û ew bûne sebebê ziyana mezin.”

Bîranînên Dr. Sededîn Mele planên li pişt perdê hinekî din ronî dike. Li gorî notên Dr. Mele, Sîneme yek derî ye. Dîwar ji kelpîçan e, bi cawekî boyaxkirî seranser kiraskirî bû. Kapasîteya wê 150-170 kes e. Lê wê rojê zêdeyî 400 zarokan dixine hundirê sînemê. Makîneya sînameyê, wê rojê qet betal nemaye. Çend caran li ser hatiye bikaranîn û germ bûye. Li ser xeterê Mudirê bajêr hatiye ronîkirin. Lê wî qet guh nedaye çi kesan û bi emirê zorê daye şixulandin. Wisa didomîne Dr. Mele:

“Xwediyê sînemê û xebatkerên wê kurd bûn û digotin ku berî destpêka fîlmî hinek bi navê muxaberat hatine, bi zorê kilîta derî ji wan standine û piştî ku bi tena xwe çûne hundir, hatine kilît li wan vegerandine û çûne. “

“Zarokên şewitî yeker kurd bûn, û piştî destpêka fîlmî “mudîrê nahiyê” şandiye dû herdu zarokên xwe û ji sînemê birine malê.”

“Di çaxê şewatê de, polîs li ber dergehî rawestiyabûn û nedihiştin kes derbasî hundir bibe û bi hawara zarokan ve here”.

Namî aliyek din ji dema bûyerê wisa zelal dike:

“Pir nebûrî dengekî bi tirs û gurmîneke xurt ji hundirê sînemaê hat. Bingeh û dîwarên wê hejiyan. Te digo belkî bombeyek atomî di hundirê sînemayî de teqiya.”

“Piştî şewata sînemê bi rojekê muhandîsekî kîmyewî hatibû û temaşe tîrekê sînemayê yê hesin kiribû û gotibû: Ev hesinê qalind ne bi rengekî hêsanî xwar bûye. Xwarbûna wî ne vala ye ji hin tiştên kîmyewî.”

Di serpêhatiya “sînema Amûdê”, di roja 13.11.1960 î de 283 zarokên Kurda şewitîn û ava şehadetê vexwarin. Tevayên çavkaniyên hene eşkere nîşan didin ku, dewleta Suriyê jibo ronîkirina pirsê lêkolîn ne kiriye û tevayê rêyên lêkolînê girtiye. Dewletê xwestiyê rengê “qedera xwedê” bide bûyerê. Seydayê Namî vê tirsê wisa şirove dike:

“Ji nû ve berpirsiyarên hikumet, yê cizîrê hatin serxweşiya gelê Amûdê. Yek ji wan rabû ser xwe û li ser nave hevalên xwe gotarek kir: …ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku hûn bi çavê qederê li vê ziyana ha binêrin…”

“Gelo îcar berpirsiyar kî ye? Dîsa jî em zanin ku rastî nayê gotin û tirs heye.”

Bandora wê

Jenosîd, bi pirkûjiyê bi dawî nayê. Berdewama wê jî heye: Valabûna fizîkî ku nikare bê dagirtin, kêmbûna nijadî ya neslekî, bandore neyênî ya rûhî li malbat, derûdor, li herêmê û li Kurdistanê, koçberî û têkçûna aboriya xelkê, ya herêmê û hejartî.

Rojnamevan Berko, bîranînê Dr. Mele wisa formule dike:

“Di wê rojê de, di demeke kurt de nifşek bi tevaya xwe çû, winda bû; nifşeke xwendevan, nifşeke ku di warên rewşenbîriyê û miletperweryê de pir hêvî li ser dihatin girêdan. Vî nifşî valahiyeke mezin ji pêşketin û guhertinan li bajarê Amûdê hişt. Hin mal hebûn, tenê kurek wan hebû, lê agirê sînemê ew ji wî kurî jî bêpar hiştin. Şokeke mezin bi tevaya bajêr re çêbû; belayeke mezin bi ser wî de hat, ku ta niha jî xelkên wî nikarin xwe ji êşa birînên xwe yên kûr di hundirê xwe de rizgar bikin. Ev 44 sal in ku ew di wê rewşê de ne, lê ne ji aliyê psîkolocî ve, ne jî ji ti aliyên din ve, ti alîkarî ji aliyê dewletê ve ji wan re nehat kirin.”

“Piştî şewata Sînema Amûdê, bajar her ku diçû, bi paş diket. Kar lê nema peyda dibû, xelkên wê bar dikir bajarên din, feqîr pir bûn û bajar wek xwe piçûk ma; piştguhkirin, çewisandineke û dexteke mezin ji aliyê dewletê ve li ser dihatin kirin. Xelkên bajêr çavtirsandî bûn, civata wan ji bingehê de hate hejandin; şikest. Kesê ku dixwest li ber xwe bide, derûdora wî ew dida rawestandin. Siyaseta dewletê ya tirsê bi ser ket. Amûdê ta roja îroj jî di bin embargoya dewletê de dinale, lê li ber xwe dide.”

Dr. Ebdulbasid Seyda ji awirek din li pirsê dinere:

“Şopa vê bûyera mezin ta niha li Amûdê xuya ye. Mirov dikare bibêje, ku nifşek bi tevaya xwe çû, winda bû. Nifşeke xwendevan, nifşeke di warê rewşenbîriyê û miletperweryê de pir hêvî li ser dihatin girêdan.”

Dema mirov nivîsên şahidan û analîza kesên li pirsê dinêre dikare bêje ku:

 ji bo ku dewleta Suriyê rê li ber pêşketina xwestina azadiyê bigire û siyaseta xwe ya valakirin, talankirin û erebkirina Kurdistanê bikarbihêne, ne bê plan bû. Amûdê li rojavayê Kurdistanê kaniya welatperweriyê bû û tirsek mezin dixist dilê nijadperestên ereban.

Dewleta Suriyê, jibo ku tirsê têxe dilê xelkê, xelkê ji awira rûhî ve nexweş bixîne, rê li ber nijada Kurd li herêma Amûdê bigire, xelkê ji aliyê aborî ve bihêşîne û wan ji nasnameya wan bê par bihêle hovîtiya xwe li Amûdê nîşan da.

Mûdirê bajêr bi rêya tehdîtan mekîneya sînemayê dide karkirin. Makîne germ dibe û bi ihtîmalek mezin  agir jê pekiyaye. Hêzên ewlekariya Sûriyê berî film dest pê bike, kilîla sînemayê ji xwediyê wê distînin. Li sînemayê madeyê kîmyewî yê teqînê di sînemayê de bi cî dikin.

Di dema destpêkirina fîlmî de, Mûdirê bajêr zarokên xwe ji sînemayê dihêne mal.

Bi teqîna mezin ya sînemayê polis rê nadin ku xelk alîkariya zarokan bikin.

Dewleta Sûriyê piştî jenosîda Amûdê, rêyên lêkolînê tevan digire û ji xelkê daxwaz dike ku buyer weke “qeder”ê bê nasîn…

Tedbîrên li dijî jenosîdê

Li NY, 2004 an de fonkisyonek taybetî di bin rêvebiriya sekreteriya giştî de pêk hatiye. Wezîfeya wê fonkisyonê, xebata li dijî jenosîdê ye. Aqilmendek berpirsiyar ji bo ku pirsê raçav bike û rê li ber jenosîdê li cîhanê bigire, heye “Special Adviser for the Prevention of Genocide and Mass Atrocities”.

Di civîna giştî ya 2005 an di YN de rêvebirên cîhanê li ser bendekî li hev kirin û biyarek dan: Divê dewlet hemwelatiyên xwe ji jenosîdê biparêzin. YN jî ji raçavkirina welatan berpirsiyar e.

Kesên ku jenosîdê bikin sucdar in û dive bê ceze nemînin, dibêje YN. Jibo ku kesên sucdar bê ceze nemînin, heta niha hejmarek dadgeh xebat kirine. Lê dadgeha herî bi insiyatîf “International Criminal Court-ICC” li Haag a Hollanda di 2003 an dest bi xebata xwe ya cidî kir. Di çarçoveya destura Romayê de, tenê jenosîdên piştî 2002 an dikare bîne rojeva xwe.

Ji bilî vê, bi rêya parlementoyên cewaz û lobiyên xurt jî  pirsên jenosîdê tên rojeva meclîsan. Mirov zexta li ser rejîman, bi rêya lobiyan û biryarên meclîsan xurt dike. Rejîm jî rê jibo lêkolînê vedikin û sucê xwe qebûl dikin.

Kurdocide watch-CHAK û Jenosîda Amûdê

Dezgeha mafê mirovan ya li dijî jenosîdê Kurdocide Watch-CHAK berî bi salekî bi kordînatoriya xwe CHAK-Rojava li ser pirsgirêkên jenosîd û mafê mirovan li rojavayê welêt kur dibe û xebatê dike.

Kordînatoriya CHAK ê, ji sere 2010 an, jibo pêkanîna konferansek navnetewî li Stockholmê li ser pirsa nasname, deklerasyona 49 an û zexta dewletê li ser Kurdên polîtîk, kar û xebatê dike. Li gorî plana me konferans dê 12 sibata 2011 an de pêk were. Mijarek giring ji ya konferansê dê jenosîda Amûdê be.

Divê buyera Amûdê ji nû ve bibe cihê loklînek berfireh. Di programa me de ronîkirina pirsê û nivîsîna raporek taybetî jî heye. Hêviya me ji hêzên Kurda, şahidên buyerê û malbatên şehîdên Amûdê ew e ku  ji aliyê agehdariyê arîkariya me bikin. 

Kurdocide Watch-CHAK weke hevkarê fermî yê dadgeha navnetewî ICC dê rapora xwe ya li ser jenosîda Amûdê pêşkêşî ICC bike. Jibo ku pirs bibe cihê lêkolînên dadgeh û dezgehên hevkar dê ji wan alîkariyê daxwaz bike.

Em dê bi rêyên cewaz pirsê bibin ber destêdezgehên navnetewî yê mafê mirovan, YE û dewletên din. Divê dewleta Suriyê rê ji dezgehên însanî re veke ku li ser pirsê lêkolînan bikin.

CHAK ku li 11 welatên Ewropayê organîzekirî ye dê jibo pejirandina jenosîda Amûdê di meclîsan de dê xebatek sîstematîk û bi plan bike.

Pir eşkere ye ku, xebatên li dijî jenosîdê û ronîkirina bûyerên pê ve giredayî zanabûnê, tecrûbe, sebir û profesyoneltiyê dixwaze. Divê vê zanabûnê kar bê kirin.

Pêkanîna jenosîd wahşet e û hovîtîiye. Di wijdanê mirovahiyê, yê xizm û malbatên şehîdan de brînên kur vedike. Valabûna piştî şehadetê zû bi zû nayê dagirtin. Xatiratên şehîdên jenosîdê bi mirovî re zindî dimînin û qet ji rojeva mirovî dernakevin.

Êşa şehîdên sînema Amûdê nayê jibîrkirin. Brîna me tevan e. Ger heta niha li ser pirsê lêkolînên xurt nehatibin kirin û li ser pirsê xebat nehatibe kirin, kêmasiya me tevan e.

Em di salvegera jenosîda Amûdê de, şehîdên xwe bibîr tînin, rêz û hurmetê jibo wan pêşkêş dikin. Êşa malbata wan par vedikin.

Hêviya me mezin e. Ciwanên Kurda yê zana, di zanîngehan de dikevin nava xebata me. Hevkariya me bi hêzên siyasî û însanî li gelek welatan xurt dibe. Divê ev bêdengiya cîhanê bi dawî were û li dijî hovîtiyên li Kurdistanê dengên wan bilind bibe.  13 Mijdar 2010

Kurdocide Watch-CHAK

Amadekarê raporê:                                            Bi hevkariya:

Gabar Çiyan                                                        Azad Heyder
Kurdocide Watch-CHAK                                       Kurdocide Watch CHAK
Komîteya Karger ya Navendî                                Nûnertiya Rojava   
Cîgirê Serok                                                         Kordînator

 

Back to top button