Ji bo hukumeta demî serokwezîrê Tirkiye li gora yasayê teklîf 5 parlementerên CHPê, 3 yê MHP û 3 jî ji yê HDPê re bir.CHP û MHP wek parti dan xûyakirin ku ew tekil hukumetê nabin. HDP da xûyakirin dê ewê erkê xwe pêk bînin û tekil hukumeta Davutoglu bibin.Dema bi awayek fermî Davutoglu name ji parlementeran re nivîsîn, parlementerên CHPê qebûl nekirin, ji MHP jî Tugrul Turkeş li dijê siyaseta partiya xwe derket û daxwaziya Davutoglu qebul kir.Lê bûyera balkêş di nava HDPê de pêkhat. Davutoglu name ji 3 parlementerên HDPê re rêkirin.Parlementerê Stanbulê Levent Tuzel ku serokê partiyek çep ê Tirk EMEPê ye. Tuzel guh neda biryara HDPê û daxwaziya Davutoglu qebul nekir.Tuzel da xuyakirin ku, partiya wî û HDPê tifaqek pêkanine û di encam de ew guh dide partiya xwe.Cardin hat xûyakirin ku ew Tirkên di nava HDPê de dê ne li gora daxwazi û berjewendiyên HDPê lê li gora partiyên xwe û îdeolojiya xwe hereket dikin. Herweha pirsa kurd qet ne pirsgirêka wan e.MHPê Tugrul Turkeş ji partiyê tavêje. Ka gelo dê helwesta HDPê çibe nayê zanin. Lê dixweyê bi vê helwesta Tuzel derzik ket tifaqa HDPê û çepên Tirk.Di vê derbarê de berdevkê HDPê Ayhan Bilgen daxuyaniyek da û got: Tuzel li gora îrada partiya xwe EMEPê biryar girtiye û helwesta xwe nîşan daye.HEDEP û HDPê li gel hev îtifak kirine.Herdu parlementerên HDPê ku teklif qebul kirine evin: Ali Haydar Konca û Muslim Dogan..