Dermanxaneyên Sêrtê bi perdeyên naylona zelal xwe diparêzin

Dermanxaneyên bajarê Sêrtê ji bo parastina xwe û kiryarên xwe bo naylona zelal perdeyek rakêşane navbera xebatkarên dermanxaneyê û kiryaran de.

Beşir Temiz Xwediyê Dermanxaneyê dide zanîn ku şewba Korona birastî gelek metirsîdare, ji ber wê yekê jî me xwest bi vî awayî xwe û kiryarên xwe ji vê şewba Koronayê biparêzîn.

Xwediyê dermanxaneyê dide zanîn ku em naxwazin kiryarên me yên temenê wan li ser 60 salî werin dermanxaneyê, hejmara telefona me heye, kengê daxwaz bikin em dikarin dermanên wan bigihînin derê mala wan û radestî wan bikin. Her wiha em naxwazin xelkê me ji malên xwe derkevin û em li gor karîn û şiyanên xwe hişyariyê didîn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: