Cîhan

Piştî tirê kezîkurê! Îran qedexeya hatinûçûnê ragihand

Li navbera hemû bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê qedexeya hatin û çûnê hate ragihandin û ew kesên binpê bikin têne sizadan.

Roja 26.03.2020 pênçşem Husên Zulfeqarî Cîgirê Wezîrê Navxweya Îran ragihand. li ser biryara navenda rêgirîkirina belavbûna şewba Korona rêkaran tûndtir dikin.

Li gor axaftina Zulfeqarî ji îro ve hatin û çûna di navbera hemû bajarên Îranê tê qedexe kirin û tenê demek hatiye danîn ku xelkê bajaran vegerin nav bajarên xwe û nîştecihên bajarên din jî nikarin biçin nava wan.

Wekî tê zanîn heta niha 140 Kurdên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û ji ber ku rêkarên pêwîst li ber nehatine kirin, tê pêşbînîkirin ku ev hejmar zêdetir jî bibe. Li Îranê bi giştî jî 29.406 kes tûşbûne û 2.234 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button