Civak

Deriyê Sêmalka û rastiya heyî

Pirsa deriyê sinorê nabevera Kurdistana Başûr û Rojava de gelek cara bûyê cihê gotubêjê.Medya PKKê tu cara rastiya vî derîyê nabêje. Her demî di derbarê girtin yan jî vekirina deriyê Pêşxabûrê de dezenfarmasyona dide û insanên xwe bi vê yekê dide bawer kirin.Ji berî her tiştekî ev derî li gora li hevhatina Hewlêr aliyê Kurdistana Rojava, pêwistbî ku di destê hemû aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê de bûya. Lê ev yek tenê li ser kaxizê ma û PYD bi tena sere xwe ev derî karanî û piraniya cara rê li berpirsên partiyên din û taybetî li berpirsên ENKSê digirta. Nahiliya ew derbasî Başûr bibin.Yanî PYD deriyê Sêmalka bi keyfa xwe kartîne. Ji aliyek din tu cara ew derî ji bin kontrola rejima Suriye derneketiye. Herdemî di qada deriyê sinor de hinek kesên muxaberatê Suriye di piş perdê de hene.Tê zanin ku sinorê navbera Başûr û Rojava tenê dihêlê Kurdistana Suriye xelk mexdur nebin û rewşa Zaxo çibe ya Derikê jî ew be. Lê PYD bacê ji her tiştekî digre û ev yek dihêle ku hemû tişt li Rojavayê Kurdistanê bihayên giran bêne firotin.Ji aliyek din tu cara PYD li gora li hevhatina erkê xwe neanîye cih.Her kesekî di navbera Başûr û Rojava de çûyin hatinê dike rewşa derî dizane çîye.Cardin herî dawî ji bo kiryarên PYDê derî hatibû girtin. Tenê ji bo nexweşa vekirbû.Cardin PYDê propagandeyên derew ji raya giştî re dida zanin ku Barzanî deri digre û xelkê Rojava ceza dike. Berpirsên PYDê gelek tiştên ne li ser rê digotin.Cardin bi fermana serokê Kurdistanê derî hate vekirin. Lê bi mercê PYD bacê ji xelkê negire û wan ceza neke.Gelek cara aligirên PKKê li Bakur dibêjin:  Barzanî derî li Kurdên Rojava digre, yan jî derî li ser daxwaziya Erdogan girtiye.Ev gotinên gelek erzan û bi mexsedin. Rastiya deriyê Sêmalka ewe ku, PYD xwe pê xwedî dike û rê li milet teng dike.Nahêle aliyên din yên siyasî kêmasî bi azadî çûyin hatinê bikin.Bacek giran ji xelkê digre û gelek cara lêpirsînê kesên derbasî Başûr dibê re dike. 

Back to top button