Cîhan

Dengê xwe dijî zordariya rejima Îslamiya Îranê bilind bike

Demekê dûr û dirêj e ku hêzên ewlekariyên Îranê li ser tixubûn Başur û Rojhilat “kolberên”kurd yên ku bi pişta xwe kel û pel dibine Başur û ji Başurê ji dibine Rojhilat, dikuje û birindardike.Du roj berê ji Pasdarên İranê du kolberên dinê kuştin, ku xalkê Bane bûn.Ji bona itiraza kuştina kolberan dinê, Xalkê Banê li ber qaymaqamtiya vê bajarê kom bû û jibona itiraza kuştina kolberan, dengê xwe bilind kirin.Karbidestên rejima Îslamiya İranê, şuna ku guhê bide gel û daxwaza wan ci be ci bike, bitundî çûyê ser wan û Pasdar û hêzên ewlekariyên dinê yên rejimê, êrîş kirine ser gel. Diencama êrîşa hanê bi dehan xwepeşander birîndar bûn û bi dehan kes ji hatine destbiserkirinê.Gelê Bane ji bi daxistina dukan û bajar, bersiva êrîşa rejimê dan.Tê gotin, ku bajar û bajarokên dinê yen Kurdistana Rojhilat, xelk hem piştgiriya gelê Banê ûhim ji li hemberê kustina kolberan derdikevine kolanan û dikanê xwe digrin.Xepêşandana gelê Banê berdewamiya xebata gelê me li Kurdistana Rojhilat e.Em carekî dinê êrîşa Pasdarên rejima Îslamiyê bo ser gelê sivil mahkum dikin û carekî dinêpiştgiriya xwe li xebata gelê Kurdistana Rojhilhat ji bona azadî û demokrasiyê radigihinin.Em banga hêzên welatparêzên Kurdistanaa Rojhilat dikin, ku hevkariya xwe xurttir bikin.Em banga Koma Milletan, dewletên Rojava û rêxistinên mirovdost dikin, ku derheqa êrîşarejima Îranê bê deng neminin û piştgiriya gelê Kurdistana Rojhilatê bikin.05 Îlon 2017Partiya Sosyalist a Kurdistanê

Back to top button