Di referandumê de deng cudane

Partiya Demokratika Gelan(HDP), Partiya Herêmên Demokratik(DBP), Kongreya Gelan a Demokratik(DTK) û Tevgera jina Azad(TJA) li Diyarbekirê hatin bahev û di derbarê referandumê de helwesta xwe ragihandin.Di bingehî xwe de ev partî û dezgehên navên wan hatîn hemû yekin û şaxê siyasetikî ne. Di derbarê referandumê de deklarisyonek  ragihandin. Ev rêxistin dibêjin emê di referandumê de bêjin Na.Sedemên ku ji bo Na didin pêş tu naveroka wê  ji bo kurda tuneye û ji hemûyê girîngtir ne ji bo sedemên netewî yan jî Kurdistanî li dijê vê destûrê dibêjin Na.Lê hinek aliyên ku di referandumê de dibêjin Na û ji bo vê propagandê dikin raya van rêxistina wek raya kurda hemûyê didin nîşandan.Rojnama Cumhuriyetê di derbarê de dibêje : Dengê siyaseta kurd a hevbeş.Li Bakur jî kurd wek hemû civatên cîhanê xwedî dîtinin cudane. Hinek zêde û hinek jî kêm bandora wan li ser civatê heye.Di vê referandumê de aliyên siyasê yên kurd dîtinên xwe dan kifş kirin. Hinek kurd  dibêjin Na, hinek dê bêjin Erê û henek jî dibêjin Tiştek ji bo Kurda di vê destûra kevin û nû de jî tuneye. Ji bo vê boykot dikin.Ew aliyên Tirk ku HDPê û derdora vê partiyê bi tenê wek nûnêrê kurda didin nasandin di bingeh de propaganda xwe di kesayeta HDPêde dikin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: