Cîhan

Dengê helîkopterên Apaçî di medya tirkî de

 

Piştî nûçeyek di mediyayê de hatiye weşandin ku, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di serdana xwe ya vê dawiyê de daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku, helîkopterên Apaçî bide herêma Kurdistanê. Ev nûçe bi awa û gerzên cihê di mediyayê de hat nirxandin û îro (26.06.2012) mediyaya tirkî bi awayekî berfireh cî daye vê nûçeyî.

Nûçeya kirîna helîkopterên Apaçî di bi awayekî befireh di mediyaya tirkî de deng veda. 

Barzanî helîkopterên Apaçî (Apache Helicopter) ji Amerîkayê dikire

Desthilatdariya Barzanî helîkopterên Apaçî  dikire

Barzanî daxwaza helîkopterên Apaçî ji Amerîkayê kir

Amerîka helîkopterên Apaçî  dide Barzanî

Hikûmeta Kurdistanê helîkopterên Apaçî  ji Amerîkayê dikire

24 helîkopterên Apaçî yên êrîşker ji bo Barzanî amadekirine

Xewna Barzanî a kirîna helîkopterên Apaçî

Dengê helîkopterên Apaçî Îraqê aloz dike

Bakurê Îraqê xwe pir çek dike

Nûçeyeke ecêb li ser Barzanî hatiye weşandin ku, ew helîkopterên şerî dikire.

Barzanî çekê giran dikire

Arteşa kurdî bi helîkopterên Apaçî çekdar dibe 

Desthilata kurdî dest bi amadekariyên şer dike

–       Barzanî ji PKKê re dibêje çek deynin, lê ew bixwe çekî dikire.

 

Back to top button