Rasmussen Suriye şermezar kir
Li Tirkiyê mijara balafir xistina Suriyê germiya xwe didomîne. Tirkiye, di qada navneteweyî de gavek avêtibû û NATO dawetî kombûnê kiribû. Li ser vê îro, NATOyê civînek lidarxist. Sekreterê Giştî yê NATOyê Anders Fogh Rasmussen, piştî civînê eşkere kir ku wana xala 5.niqaş nekiriye. Rasmussen, “ez bawer dikim ku, bûyereke bi vî rengî careke din ê pêk nê. Ger careke din biqewime, em ê mutefîkan ji bûyerê haydar bikin, îcap bike em ê rewşê bi baldarî bişopînin û mutefîkan vexwînine îstişareyê.”
Li ser banga Tirkiyê, NATOyê 28 welatên endam, balyozên wan kom kir. Civîn di bergeha xala 4. de hate kirin. Xala 4. ew e ku, ger welatekî endam, yekitiya xaka wî, serxebûn û ewlekariya wê dewletê rasta tehdîdekê were, hemû endamên NATO dicivin û li ser wê îstişarê dikin. Dihat payîn ku, civîn li ser xala 5. kom bibe.
Nûçegihanê El Erebiye li Rasmussen pirsî, gelo mijara xala 5.hate rojevê? Rasmussen got, “me îro xala 5. niqaş nekir, tenê me îstişare kir. Em li ser xala 4. sekinîn.”
Sekreterê Giştî yê NATOyê Rasmussen, diyar kir ku ew, bi awakî herî xurt, Suriyê şermezar dikin.
Girîngiya xala 5. ew e ku, êrîşeke li dijî welatekî ku endamê NATOyê ye were kirin, ew êrîş li hemberî hemû endamên NATOyê hatiye kirin tê qebûl kirin.