Polîtîk

Wergirtina baweriyê ji Malikî dibe destpêka reforma

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ragihand ku, hewldanên aliyên siyasî yên Îraqê ji bo wergirtina baweriyê ji Serokwezîrê niha yê Îraqê Nûrî Malikî didomin û ev prosesa han destpêka destpêkirina reforman di Îraqê de ye.

Sedir di konferansek rojnemevanî de eşkere kir ku, niha yek ji armancên girîng yên reformên daxwaz kirî wergirtina baweriyê ji Serokwezîrê niha yê Îraqê Nûrî Malikiye jiber ku, wergirtina baweriyê ji Nuri Malikî destpêka destpê kirina prosesa reforam li Îraqê de ye.

Muqteda Sedir da xuyakirin  ku, ev meseleya han weke meseleya nivêj û destnivêjêye her çawe ku, bêyî destnivêj ti kesek nikare nivêjê bixwîne her wisa jî bêyî wergirtina baweriyê ji Malikî jî em nikarin li welat de reforman bikin.

Back to top button