Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hêja du sal mana ku hilbijartinên parlementoyê û serokkomariyê çêbibin. Lê ji ber têkçûna rewşa siyasî û darayî hêzên muxalefetê dixwazin hilbijartinên pêşwex bêne çêkirin. Lê desthilat dibêje ku, dê hilbijartin di dema xwe de bêne çêkirin û ev dem jî kifşe.
Dezgehên lêkolîna rapirsiyên ku li dartêxin de , didin xûyakirin ku, dengên desthilatê dihelin û MHP benda % 10ê derbas nake. Heta hinek dezgehên ku nêzikî desthilatê jî didin xûyakirin ku rewşa desthilatê baş naxweyê.
Erdogan ji berî çendroja di derbarê rapirsînên têne kirin de daxûyaniyek dabû. Erdogan digot: Rapirsîn gelek cara wek operasyonek psîkolijîk di civatê de têne kirin.Em ji vê yekê gelekê acizin ,lê hîne van tişta bûne. Tu baweriya min li dezgehên ku rapirsîna çêdikin nemaye, min ji berî niha jî ev ji were gotiye. Di hilbijartinên dawî de tu dezgehê lêkolîne encama hilbijartina texmîn nekir. Dema ez wek serokkomar hatim hilbijartin jî ev yek gelek vekirî derket holê
Ji aliyek din ve jî desthilat hewldide benda hilbijartinê ji % 10î daxê %7. Vê yekê jî ji bo serkeftina MHPê dike.
Dezgehê likolînê YONEYLEM di meha Îlonê de li 27 bajaran rapirsînek li darxist û pirsî:
Îro hilbijartin çêbin hunê dengê xwe bidin kijan partiyê:
Ji berî ku dengên bê biryar û yên naxwazin deng bidin bêne belav kirin encama derketî holê wehaye:
AKP: % 26.8 CHP: % 21.3 ye. Her weha di van demên dawî de di raya giştî de baweriyek peyda bûye ku, dê desthilat winda bike. Li gora gelek pisporên siyasî eger muxalefet hinek hemleyên rast bike dikare desthilatê di hilbijartinan de destve bîne. Lê ji aliyek din ve hemleyên Erdogan jî her demî dikare wek surprîzekî bikevin rojeve.