
ENKSê li ser bûyerên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê rû didin daxûyaniyek ragihand. ENKS di daûyaniya xwe de dibêje: ENKS kiryarên hovane yên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dibin bi tundî şermezar dike û daxwazê ji Tirkiye û welatên pêwendîdar bi dosya Sûriyê û rêxistinên mirovî û yasayî dike, bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û yasayî rabin û sînoreke ji van kiryarên ku digihin asta tawanên şer deynin.
Daxûyaniya ENKSê:
Bi hatina werzê çinîna zeytûnan re, binpêkirinên grûpên çekdaran ji dizî, talan û ferzkirina bacên giran li ser welatiyan gelekî zêde bûye, bi taybetî li ser cotkaran ku grûpa Abû Emşê baca ji sedî 25 daniye ser berhema zeytûnan ku bi vê baca giran re, cotkar di zeviyê xwe de bûne wek kole. Ev yek di demekê de tê kirin, binpêkirinên din wek revandin, eşkerekirin û kuştina welatiyan û proseya guhartina demografî berdewam in. Heta koçberên vegeriyane ser cih û warên xwe jî rastî lêpirsîn û binçavkirinê tên, ji bo ew careke din koçber bibin, bêyî ku ti sînorek ji van binpêkirinan werin danîn.
Hevpeymaniya Niştimanî ya Operasyona Sûriyê (Îtîlaf) ya ku ev grûpên çekdaran wê ji xwe re wek sîwan dibîne, rêkeftina ku bi ENKSê re, ya derbarê rawestandina binpêkirinan û cezakirina tawanbaran û rêxweşkirina ji bo vegera koçberan û rawestandina proseya guhartina demografî de îmze kiriye, bi cih neaniye.
Ev binpêkirinên li Efrînê tên kirin, ligel teqînên ku her demekê rû didin û sivîl tê de dibin qurbanî, rewşa jiyanê gelek zehmet kiriye. ENKS van kiryarên hovane yên li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê dibin bi tundî şermezar dike û daxwazê ji Tirkiye û welatên pêwendîdar bi dosya Sûriyê û rêxistinên mirovî û yasayî dike, bi berpirsiyariyên xwe yên exlaqî û yasayî rabin û sînoreke ji van kiryarên ku digihin asta tawanên şer deynin. Herwiha ENKSê daxwaz dike, grûpên çekdaran ji navçeyên sivîlan bêne derxistin, binpêkirin û dastdanîna ser mal û milkê xelkê werin rawestandin û îdareya herêmê ji bo xelkê wê were radestkirin.