Nivîsar

Demokrasiya Peqpeqokî

Digel guhartinên gerdûnî û bilindbûna asta şoreşa hizirî û teknolijîye kû cîhan bi giştî wekî gundekî biçûk lê kiriye, her diçe asta zanbûn û vejandina îradeyeke azad li ba gelên cîhanê û bi taybet yên Rojhelata Navîn û gelê Kurd geştir dibe, kû bandoriyeke mezin gelan kiriye û bûye sedema serhildana Bihara Rojelata Navîn, kû di encam de gelek rêjîmên kevneperset yên wekî rêjîma Husnî Mubarek li Misir, Muemer Qezafî li Lîbya , rêjîma Zeynulabdîn Bin Elî li Tûnis`ê herifîne.

Tevî kû tofanê guharinan  Sûriye û Yemen û çendîn welatên din jî vegirtiye, lê hinek rêjîmên herêmê heya niha bi rêbazên Donkîşotî li hemberî pêla veguartinan li ber we didin, çima rêjîmên wekî Îran, Hizbula `yê Lubnanî,Rûsya, Çîn û çendîn welatên din komkujiyên li Sûriye kû ji aliyê rêjîm Beşar Esed ve tê encam dan di helwestêm xwe de helal dikin û rewa dibînin û bi her awayî alîkariya serbazî û madî û piştgiriyê li wê rêjîmê dikin?

Bê guman bager û bahoza guhartin û veguhartinên kû  gel bi îradeyên xwe pêşengiya wê dikin, di roja me ya îro de tirs û xofeke mezin xistiye dilê gelek welat û deverên cîhanê bi taybet yên wekî Îran,Tirkiye û çendîn welatên din,  kû ew rêjîm di her demjimêrekê de 60 caran dimirin û dijîn,ji ber kû ew baş dizanin kû,dora wan jî nêzîk bûye û hertim textê deshelatdariyê dê ji bo wan nemîne ,û dê nikaribin xwe li hemberî tofana şoreşa gelan rabigirin.

Di van qonaxên dawiyê de bi serperştiya Amerîka,Tirkiyê, welatên Kendav û Rojava, gelek civîn,konfrans, kongirê ji bo opozisyona Sûriyê li gelek welatên wekî Tûnis,Misir,Tirkiyê  hatine lidarxistin, lê heya niha  ew civîn ji bo çareserkirina aloziya li Sûriyê serkeftî nebûne, her çende kû hinek sozên devokî  derbarê mafê Kurdan de hatibin dayîn, lê mafên gelê Kurd bi awayekî kirdarî her hatiye înkarkirin û bin pê kirin.

Ji bo çi maf gelê Kurd tên piştguhxistin?Erkên dikevin ser milên Civata Nîştimaniya kurdî û Civata Gela ya Rojavayê Kurdistanê û Hevrêzên Ciwanên Kurd çine?
Bêgûman demokrasiya kû Amerîka heya niha aniye Îraq,Efxanistan û çendîn welatên din berçav in,û dîrok diselmîne kû ew demokrasiyeke seqet û sexteye lewra nebûye jêdera çareserkirina arîşeyên civakî,siyasî,aborî û hwd li wan welatan berûvajiya wê alozî kûrtir kirine, ji ber kû Demokratîk bêjeyek Yûnanî ye ji du peyvan pêk tê(Demo= Gel , Kiratîk= Hikum) kû wateya bi giştî (hukumdariya gele) lewra pêwîste gel bi îradeyên xwe çarenivîsa xwe diyar bikin û arîşeyên xwe bi bêyî destêwerdanên derve çareser bike, nekû bendewerê demokrasiya Gur`an bin.

Her weha Tirkiye`yê kû bi sedan sal in mafê gelê Kurd înkar dike û di komkujiyan re derbas dike,qet hez nake kû Kurdekî li Efrîqa jî dijî bibe xwedî maf,Tirkiye`yê kû xwe demokrat nîşan dide, lê di nav xwe  mafê zêdetirî 25 milyon Kurdên Bakurê Kurdistan`ê,Ermenî, Asûrî,Çerkes û hwd înkar dike, ewê çi demokrasiyê bîne Sûriyê kû piştgiriyê li opozisyona Sûrîyê bi taybet Civata Nîtimaniya Sûriyê dike û Civata Nîştimaniya Kurdî jî piştguh dixe.

Hêjayî gotinê ye kû ,hikûmeta Partiya Dad û Geşepêdan`ê  eger ew qas piştevaniyê li hinek aliyên opozisyona Sûriye dike, û 2 Kongireya Dostên Sûriyê li Stenbolê li dardixe,ma armancên wê li paş wê yekê çine?

Hikûmeta Tirkiye bê gûman dakû berjewendiyên  xwe yên aborî,siyasî, diplomasî piştî herifandina rêjîma Esed digel rêjîma dahatî biparêze û asteginyê li pêş mafê Kurdên Rojava bike, bi awayekî zelal di wê kongirê aliyên Kurd li derveyî rojeva kongirê hatin hîştin  û tu projeyeke şînber û berçav ji bo çareserkirina pirsa Kurd neket rojeva 2. Ehemîn Kongireya Dostên Sûriyê, ji ber kû eger Kurd mafên xwe yên netewî werbigirin, dê metirsiyeke mezin be ji bo rêjîmên Tirkiye, Îran û çendîn welatên din, lewra ew hez nakin kû ezmûna Herêma Kurdistan`ê û mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bibe nimûneyek ji bo Kurdên Bakurê Kurdistan`ê.

Ji ber vê çandê pêwîste tevaya aliyên Kurd li Rojavayê Kurdistanê yekgirtin û hevgirtina di navbera xwe de bihêztir bikin û dev ji mentiqê yektir tawanbarkirin û hevdû reşkirinê berdin, û tekoşîna demokratîk ji bo jinavbirina rêjîma Beşar Esed dijwartir bikin,  dakû senaryoyên kû li dijî gelê Kurd li Stenbol,Îran û çendîn welatên din tên hûnandin vala derxînin û dojeha kurdan bikin buhuşteke zêrîn.

 

Hemze Ferzende

 

 

 

 

 

 

Back to top button