Nivîsar

Demokrasî Ji Her Kesî Re!

 Şerefxan CizîrîDi wan demên dawî de hemû kes û rêxistin, nûnerên dewletê û hezên sivîl, rewşenbîr û sîyasetmedar qala demokrasiyê dikin. Lê ku mirov li vê têgeha demokrasî hûr û kûr bibe, wê baş xuyabike ku em ne qala heman form û naverokê dikin.Di van nîqaş û gotûbêjan de gelek gotinên vala tenê bikaranîn.Lê bav û kalên me jî ji berê de gotine; gotinên vala ketin qulê diwaran!Ev ji wilo ye!Hemû kes demokrasîyê li gora xwe, li gora bîrdozîya xwe, li gora helwesta xwe bi wateyeke dide xemilandin. Tiştekî gelekî eşkere di vê mijarê heye; demokrasî ji alîyekî de, mînîmûm xwediyê wate û pratikek berbiçav e. Lê şax û perê wê hene. Derbasbûneke demokrasî ya dûr û dirêj heye. Bi hezaran berhem û lêkolîn di vê mijarê de hene. Çavkaniyên têgeh û pratika demokrasiye heye. Kes qala wan xebatan tew nake! Gava ku mirov wan xebatan referans negire, têgehên xwe zelal neke, niqaş û gotûbêj li ser demokrasîyê zêde berhemdar nabin… Niqaş dibe weke qurqura beqan…Ma ku yek bibêje demokrasî dagirkerîye, qedexekirina raman e, çewsandina xwîna mirovan e, cehalet e? Ûhw.Ma wilo dibe?Ez bi xwe dikevim nava şıkan gava ku hemû kes û rêxistin, kûndir û pîvaz qala demokrasî dikin! Ji ber ku ev têgeh bi korfeleqî û bi bêedebî tê bikaranîn û raman girikî dibin, hişmendî tevlihevdû dibe, ziman tê manîpule kirin.Kî dengê xwe bi ser yê kê bixe, ew li ba xwe dibe parêzgerê demokrasî!Gava ku nûnerên dewleta dagirker qala demokrasıyê dikin û gotinên telo melo di derbara pirsgirêka Kurdan de dibêjin, bê hemdê xwe mirov dibêje mûyek di vî mastî de heye! Ma dagirkerî û demokrasî çi hevdu re dibêjin gelo? Heta ku dewletên serdest li welatê me dagirker bin, gotina demokrasiyê tucara nabe xwedî wate. Wê gavê naveroka demokrasîye tê valakirin û ev têgeh ji wateya xwe ya dîrokî û civakî bidûr dikeve.Ji ber ku dagirkerî li dijî xwesteka gelê Kurd hatiye li darxistin. Ji ber ku dagırkeri li Kurdistan biyaniye. Em dizanin ku demokrasî di bingeha xwe de, xwesteka, helwesta, ramana  mirovan li gora pîyanên azadîye dikarin xwe bi rêxistin dikin. Di civateke demokratîk de ev mafê, mafê hemû kesan e. Rêzaneke demokratîk mafê beşdarbûna sîyasetê dide hemû kesan. Hemû cûre rêxistin dikarin li gora pîvanên demokrasîye armancên xwe yên siyasî û civakî eşkere bînin ziman. Kî çi di tûrikê wîna de hebe, bîla bîne ziman.Helwesta bingehîn ev e!Ma heta nûha ev derfet ji Kurdan re hatiye naskirin? Hatiye pejirandin? Ma kengî gelê Kurd ji serdestan re gotine; werin welatê me dagir bikin! Zimanê me qedexe bikim, mafê perwerdebûnê bi zimanê dayîkê nedin Kurdan, nasnama wan binpê bikin, wana asîmîle bikin, dewlemendiya welatê wan ji xwe re bibin…Ev alîyekî meselê ye.Li aliyê din divê em Kurd bi haweyekî pir xurt xwedî li normên demokratîk derkevin. Demokrasî ne tenê di gotin û propaganda de bîmîne. Di nava sîyaset û rêxistinan de, di nava komele û sazîyên xwe de, divê tevgera Kurdan demokrasîyê bi rûh û can bike. Divê em hemû bi hevdû re xwedî li mafê demokratik derkevin…Gava ku hinek biryar dibin navê demokrasî de şaş hatin dayin, gerek tucara em dev ji demokrasîye weke babetekî jîyanê bernedin. Gava ku demokrasî di rêxistin û komelan de, di sazî û çalakîyan de baş ne hate xebitandin, divê em berpirsyaran şîyar bikin. Ji ber ku demokrasî divê ji bona her kesî be! Di vê tevgirêdanê mîr, kizîr, wezîr, gundî û gavan tüne ne. Hemû kes xwediye heman mafa ye. Divê her kes li gora pîyanên demokrasî bijî! Wan pîvanên demokrasîyê di kesayetiya xwe de bide serifandin. Yan na hemû tişt wê berûpaş de bimeşe…Em divê hemû baş zanibin ku kaos û tevlihevî hergav li dijî demokrasîye ye. Gava ku rêzan tûne be, aqil nekeve dewrê, biryarên baş nikarin werin standin. Ked bertelef diçe. Ji ber wilo jî pîvan û exlaq xalên pir girîngin di demokrasîye de. Gava ku sîyaset ji pîvan û exlaqê hevkar bidûr bikeve, sîyaset despotîk dibe û gav bi gav ji civatê bidûr dikeve. Bi haweyekî din em bibêjin; sîyaset wê gavê dibe ji bona sîyasetê û xwe ji berjewendiyên civatî dawdişîne. Sîyaset wê gavê dibe tîyatro û şov!Em dizanin ku di xebatên sîyasî de gelek caran biryarê şaş tenê dayîn. Lê ev şaşî gerek tucara nebe hokara ku em jiyana demokrasîyê bidûr bikevin. Wê gavê divê em hîna zêdetir doza demokrasiyê, raman û pîvanên wêna biparêzin…Minak; Filozofê Norweçî Rolf Ejegard di vê mijarê de wilo dibêje; ji ber ku hinek mirov hejmaran şaş dibêjin, ma mirov dikare matematikê biavêje ser sergoyan?Ez ji dibêjim; ji ber ku hinek biryarên sîyasî şaş têne dan, ma mirov dikare sîyasetê weke çalakî biavêje ser sergoyan?Naxêr!Divê di sîyasetê de em hergav xwedî li pîvanan û exlaqê hevkar derkevin. Ji ber ku demokrasî ji bona her kesî ye, divê tucara em jî dev ji doza demokrasîyê bernedin, wêna di cıvata xwe de bi rûh û can bikin û li dijî ramanên dagîrkerî, despotîzm û milîtarîzmê derkevin…  

Back to top button