Demirtaş xweş axifî lê
Birêz Selahattîn Demirtaş, xweş axifî û êş û azar xweş anî ziman, lê gelo bala we tiştek kişand? Ya herî giring hebû, bala we kişand? Got, gelo ji ber ku Kurd bê dewletin ev tê serê wan?
Hêvîme birêz Selahatîn Demirtaş jî hemu rêxistin û partî giringîya dewletbûnê bînin ber çavên xwe û carek din bifikirin dev ji demokratîkbuna biratîyê berdin û daw u doza dewlet û serxwebûnê bikin, heta ku em nebin dewlet, xilasîya me tuneye, ev canê ku dikevin, binerd dibin, ev pîrejin u zarokên li kolanan, du bare nebin. Dijminê bavan nabin dostê lawan!
Lewra çend mehe ku DAÎŞ zilma li ser Kurdan dike em nikarin êdî di demokratikbûnê de rawestin divê ku em serbixwe bin, divê ku em xwedî Dewlet bin. Lê belê birastî jî Gerîla û PYD jî bi can berxwe didin û wekî şêra cenga xwe dikin. Hefqase şehîd, zorî ,zehmetî dikşinin cuwanîya wan di şer de derbas dibe ka ye encama wê ? Kayê Welatê wan? Li hemberî hovîtî u qatliama li ser Kurdan dinya bê deng maye! İro li Kurdistana Bakur hovîtî li ser Kurdan pêk tê, em cardî biponijin û bifikirin ji xeynî Kurdan dostê Kurda tuneye, her tişt li ber çava ye û tê dijin.
Zînê Amedî
Dîyarbekir
09.10.2014