Polîtîk

Demîrtaş hevdîtina li gel Gul iptal kir

Îro qewl ew bû ku demjimêr 19.00-ê serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş derkevê Çankaya û serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul re hevdîtinekî bike. Gul piştî biryara Dezgeha Bilind ya Hilbijartina Serokê BDP-ê dawet kirîbû ki hevdîtinekî bikin.

Lê ji berî demek kurt Demîrtaş daxuyaniyek da û got ew naçê Gul nabîne. Sedem jî bûyerên Bismilê dan nîşandan. Li Bismilê  dema protestokirina biryara Dezgeha Bilind ya Hilbijartina, di navbera polis û xwepêşandana de şer çêbû û di encam de kesek jiyana xwe ji dest da û hinek jî birîndar hene.

Dohî dema daxwaziya hevdîtinê gihat Demirtaş, wî dawetkirina vê hevdîtin wek hêviyekî nirxandibû.

Back to top button