Polîtîk

Demirtaş bi devê Qendîlê xeberdide

Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç got: “Niha Qendîl ji bo ku îtibara Ocalan bişkêne û bide nîşan ku hêz di destê wan de ye zêde guh nadin gotinên Ocalan. Dibêjin, ’em ê bibêjin, heke ku hikûmetê gotinên me qebûl kir, wê çaxê em dikarin li ser nexşerêyekê bi hev bikin’. Em nikarin bi vî bixapin.”

Arinç beşdarî bernameyeke A Haberê bû û der barê rojevê de daxuyanî da.

– “Bi gotinên ku bêhna xemasetê jê tên va meriv nagihêje tu encamê”

Arinç qala nîqaşên der heqê “Operasyona Şah Firatê” de jî kir û wiha got: “Dema ku meriv şîrove kir divê meriv rasyonel bifikire û rastiyê li ber çavan bigre ka dema ku bûyer qewimî şert û merc çi bûn, serkeftinek e an têkçûnek e, ango bi gotinên ku bêhna xemasetê jê tên va meriv nagihêje tu encamê.”

Ji bo pirsa, “Der heqê mijara pêvajoya çareseriyê de qala daxuyaniyeke hevpar a hikûmet û HDPyê dihat kirin. Lê heta niha ev daxuyanî nehat kirin. Aqûbeta vê daxuyaniya hevpar çi ye, heke ku were kirin dê kîngê be?”, Arinç wiha got: “Dema ku em gotinên Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş ên duh êvarê û daxuyaniyên din bidin ber hev, wisa xuya dike ku HDP berpirsiyariyê nade ser milên xwe û li gor wê tevnagere.”

Arinç nirxandina xwe wiha domand: “Bi taybetî Hevserokê Giştî ji bo ku bikaribe xwe her roj di rojevê de bihêle, ji bo ku bikaribe hikûmetê sûcdar bike û her wiha hilbijartinên li pêş jî difikire û wisa hesab dike ku bi rehetî kêşeya bendê derbas bike, siyaseteke kifşe û berbiçav dike.”

Arinç qala daxuyaniyên Demirtaş ên duh êvarê jî kir û wiha got: “Bila bersiva vê bidin. Çima Şandeyên HDPyê her roj, rojê carekê, du rojan carekê an jî sê rojan carekê diçin Qendîlê û tên? Çima vêya hewce dibînin?”

Arinç bi bîr xist ku wî di wextê bûyerên 6-7ê cotmehê de hin mijarên der heqê Demirtaş û HDPyê de anî rojevê û wiha berdewam kir:

“Bi min ev gelekî muhîm bûn, lê zêde li ser nehat sekinîn. Di cihekî gotina xwe de min wiha gotibû û pirsîbû, ‘Ey Demirtaş, hûn dixwazin çi bikin, hûn dixwazin Ocalan bêîtibar bikin û daxwaza we ya ji çi ye?’ Hin mirovên bêfehm ji bo min hin gotinên belengaz ên mîna, ‘Wey Bulent Arinç dike ku îtibara Ocalan biparêze? Parastina heysiyeta Ocalan maye hêviya te?, gotin. Na, ez meraqdarê wî tiştî nînim ku heysiyeta Ocalan bifikirim. Aniha şerek heye. Ew şer ev e. Li hemberî daxwazên Ocalan Qendîl her wext mafê xwe yê vetoyê bi kar tîne. Siyasetmedarên li cem me, bi taybetî jî Demirtaş bi devê Qendîlê xeberdidin.”

Bulent Arinç wiha berdewam kir: “Niha Qendîl ji bo ku îtibara Ocalan bişkêne û bide nîşan ku hêz di destê wan de ye zêde guh nadin gotinên Ocalan. Dibêjin, ’em ê bibêjin, heke ku hikûmetê gotinên me qebûl kir, wê çaxê em dikarin li ser nexşerêyekê bi hev bikin’. Em nikarin bi vî bixapin.”

Arinç diyar kir ku hin pêşaniyên hikûmetê hene û wiha pê de çû: “Li Tirkiyeyê asayîşa kamûyê mijara sereke ye. Hêzên we yên çekdar dê li Tirkiyeyê çalakiyan nekin. Ev çalakî ne ku tenê wê nevêjin ser qereqolan, her wisa wê rêyan nekolin, wê nevêjin ser malan û merivan nekujin, wê di rêyan de dewriyeyan negerînin, wê dev û çavên xwe negrin û teqemeniyên di destê xwe de nevêjin. Wê teqemeniyan nevêjin hundirê TOMAyan û polêsên we, ji sedî 80yî neşewitînin. Hûn destê xwe ji van dikşînin? Destê xwe jê nakşînin.”

Li ser pirsa, “Di nava van şertan de daxuyaniyeke hevpar dibe were belavkirin”, Arinç wiha got: “Ji daxuyaniyekê bêtir, dema ku daxuyaniyên Ocalan ji aliyê Qendîlê ve hatin pesendkirin, bi awayekî hikûmet jî divê bêje ku temam e. Bila tu kes qala daxuyaniyeke ku werin bal hev bikin, neke.”

Arinç ji bo pirsa, “Di nava van şert û mercan de hûn di Newrozê de daxuyaniyeke çawa ji Ocalan hêvî dikin?”, wiha diyar kir: “Divê ez bêjim ku ez hêvîdar im.”

Arinç bal kişand ku gotinên Ocalan ên di Newroza sala 2013an de ji bo Tirkiyeyê hêviyek bû û wiha domand: “Hin pêşveçûn çêbûn, lê ji ber îtiraza Qendîla cardin sekinîn. Îja bila Ocalan hêza xwe nîşan bide. Bila li ser çi bide nîşan? Li ser HDPyê, li ser Qendîlê. Îro, li aliyekê MÎT, li aliyekê HDP û li aliyekê jî hin ûnsurên din ên ku diçin dê profîla wan biguhere, dibe ku seredanên giravê bêtir dewlemend û bi mirovên din ve cudatir be. Cihê ku vekirina van rêyan heye, hêla din çekên xwe nîşan didin… HDP çawa dikare bi devê Cemîl Bayik û Karayilan ve bipeyive? Birê min, ma ne tu siyasetmedar î? Zimanê siyasetê ev e?” aa

Back to top button