Demeke nêzîk de xelk êrîşî me dikin û Îran dirûxê

Nûnerê Zahîdan ya li Parlemena Îranê dibêje: Ji ber siyasetên şaş yên rêjîmê demeke nêzîk de xelkê hejar û birçî êrîşî ser me dikin û me ji navendên Hikûmetê derdixin.
Husên Elî Şehriyarî Nûnerê Zahîdan li Parlemena Îranê ji bilî balkişandina li ser siyaseta şaş ya dehan saliya Hikûmetê û dizî û gendeliyên wê yên ji aliyê berpirsên wê rêjîmê ve di dema desthilatdariyê da tê kirin ku bûye sedema birçîtî û bêkariya 25 mîlyon kesên li Îranê da dibêje: “Ew xelk êdî bi tu hêviyekê guhertin û reform û çaksaziyan nemaye û demeke nêzîk de hemû êrîşî ser me dikin û tu demekê û îradeyek jî ji bo çaksaziyê li ber dest da nîne û bi piştrastiyê ve berev rûxana Komara Îslamiya Îranê ve diçîn”.
Her li vê peywendiyê da Seîd Moîdfer civaknasê Îranî li gotarek da ragihand ku nerazîbûn û xwepêşandan guhertin li ser da hatiye û Hikûmeta Îranê dikevê destê xelkê birçî û hejar ku hêviya wan bi vê rêjîmê nemaye û dixwazin rêjîmê birûxênin.