Almanya milyonek tirkan ji welatîbûna Almanya derdixe

Almanya amadekariyê ji bo wergirtina regeznameya welatê xwe li yek milyon welatiyên bi regez tirk dike, eve jî piştî eweye ku wan tirkan dûbare regeznameya tirkî bi nihênî û bi bêyî pirskirina desthilatdarên peywendîdarên Almanya bi dest ve aniye û regeznameya Almanî jî her li cem wan maye.

Li raporek da dane zanîn ku “Ew welatiyên tirkên gefa wergirtina regeznameya Almanî li ser wane, bi dûbare bi dest ve anîna regeznameya tirkî bi nihênî û bi bêyî pirskirina desthilatdarên Almanya ve tometbarin ku berê ji ber bi dest ve anîna regeznameya Almanî li sala 2000 de regeznameya tirkî betal kiribûn”.

Li gor raporê “Hejmara wan tirkan nêzîkî yek milyon kese û dûbare bi dest ve anîna regeznameya tirkî bi nihênî, yasaya koç û koçberên Almanya binpêkirine”.

Nerîna min :