Biraziya Salih Muslim û derewên medya PKKê

Dalya Muslim , biraziya Salih Muslim ji nava refên YPGê reviya û xwe radestî Tirkiye kir. Medya PKKê wek hemû cara bi nûçeyên derew û dezenfarmasyonekî behsa vê pirsê kir û da xûyakirin ku PDKê Dalya Muslim radestî Tirkiye kiriye.
Lê di demek kin de hate fam kirin ku, medya PKKê derewa dike û Dalya Muslim bi daxwaziya xwe bi rîyên kaçax derbasî Tirkiye bûye û xwe radestî polîsan kiriye.
Selamî Yilmaz ciwanek ji bakurê Kurdistanêye û tevlî refên YPGê bibû. Di nava YPGê de Dalya nasdike û pêwendiyek taybet di navbera Yilmaz û Dalya de çêdibe. Ew hij hevdikin û bi hevre biryar didin ku ji nava refên YPGê birevin û hevre bizevicin.
Bi vê mebestê derbasî başûrê Kurdistanê dibin. Herdu li cihekî dimînin. Ewilê Selamî Yilmaz û paşre Dalya Muslim bi rêyên kaçaxî derbasî Tirkiye dibin û li bajarî Mersînê bi rêya malbata Selamî xwe radestî polisan dikin.
Rastiya ve pirsê ev e. Bi sedan ciwan bi heman sedemî ji nava refên PKKî xwe dane aliyekî û li gel hevûdin zevicîne. Îro li başûrê Kurdistanê bi sedan nimûne bi vî awayî hene.
Lê medya PKKê ji bo PDKê tawanbar bike ev yek jî bi nûçeyên derew ragihand.Wezereta navxwe ya herêma Kurdistanê di vê derbarê de lêkolinek kir û encama lêkolînê bi daxûyaniyekî li gel raya Giştî ya Kurdistanê parve vekir.
Wezereta navxwe di daxûyaniya xwe de dibêje: Piştî lêkolînên sazî û dezgehên ewlehiyê li ser awayê çûyîna Dalya Mehmûd Muslim bo Tirkiyê, mezanebûn destxistine. Dalya bi rêya kesekî ku bazirganek nişteciyê herêma Kurdistanê yê bajarê Duhokêye û navê wî Beyar Ehmed Seîd e, bi rêyên kaçaxî derbasî Tiriye bûye..
Berdewamiya daxûyaniyê de wezereta navxwe dibêje: Beyar Ehmed Seîd ku akinciyê bajarê Duhokê ye û karê bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de dike, behsa awayê vegera Selamî Yilmaz û paşê çûna bi qaçaxî ya Dalya Mehmûd Muslim bo Tirkiyê dike. Beyar nêzîkatî û peywendî li gel malbata Selamî Yilmaz hebûye, di dema hatina Dalya Muslim bo Herêma Kurdistanê de, Beyar li ser daxwaza malbata Selamî Yilmaz dibe kefîlê wê û li gel Selamî Yilmaz wê li mala xwe dihewîne.
Piştî vegera Selamî Yilmaz bo Tirkiyê, Daliya li mala Beyar dimîne û paşê li ser daxwaza malbata Selamî Yilmaz, bi rêya qaçax rê dişîne Tirkiyê. Beyar, Dalya dide destê wî qaçaxçiyê ku malbata Selamî Yilmaz jê re destnîşan kirine û rêkeftin pê re kirine. Piştî ku Dalya digihe malbata Selamî Yilmaz, wek di wêneyan de xuya dibe, peywendiya Beyar li gel wan berdewam dibe û malbata Selamî ji Beyar re dibêjin, ku Selamî û Dalya gihîştine hev û xwe radestî polîsê bajarê Mêrsîna Tirkiyê kirine û dixwazin piştî xwenasandina bi polîs, bizewicin û bi hev re bijînin.
Wezereta navxwe berdewamiya daxûyaniyê de dibêje: “Wek di peywendiya vîdeoyî de jî xuya ye, Selamî Yilmaz bi aşkere ji Beyar Ehmed re dibêje, ku Daliya bi rêya qaçax derbas bûye û hatiye cem zilamê xwe û peywendî bi ti kesî ve nîne û xwe radestî polîsê Tirkiyê kiriye li Mêrsînê û tenê wî bi xwe û Daliyayê ew kar encam dane.
Mixabin di rojên bihorî de xelkekê xwastin rastiyan biguherin û bazirganiyê bi vê babetê bikin. Em di demekê de ku wan zanyariyan aşkere dikin, em careke din amadebûna xwe bo lêkolînên zêdetir di vê derbarê de nîşan didin. Em hêvîdarin êdî ev mijar ji bo armancên siyasî neyê bikaranîn û dest ji jiyana civakî û taybet a Daliya Mehmûd û Selamî Yilmaz bê berdan.”