Nivîsar

Demana serkeftina PDKê rêbaza Barzaniye

Barzaniyê nemir bi siyaseta xwe, jiyana xwe, xebata xwe ,kesayeta xwe ya bilind,pêşmergeyatiya xwe, şervanî û serbilindiya xwe ji bo PDKê û miletê kurd rêbazek derxist holê. Rêbaza Barzanî bû Kurdistanîbûn û kurdperwerî. Di vê rêbaza pîroz de berjewendiyên netewî û Kurdistanî li ser her tiştekire tê girtin…

Dara Bilek

Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê di serokatiya Barzaniyê nemir de 16ê Tebaxa 1946ê de hate damezirandin. Bê guman roja partî hatî damezirandin heta wek îro gelek qonaxên cuda û Taybet re derbas bûye. 

Lê di roja me de PDK çewe tê nirxandin û ew hîmên ku li ser hatî avakirin û rêbaza ku di pêvajoya xebata xwe de peyda kirî heta çi radeyê dişopîne, car bi cara dibê babeteka gotubêja. Bê guman PDK gerek li gora qonaxên ku derbas kirî bête nirxandin û taybetmendiyên her qonaxê û mercên herêmî û cîhanî baş ber bi çav bêne girtin. 

Ji bilî dîrokek dûvûdirêj û zehmetî çend xalên girîng hene ku divê behsê bê kirin. PDK di serokatiya Mistefa Barzanî de sala 1961 de, dest bi Şoreşa Îlonê kir û ev şoreş di awayê xebat û daxwaziyên xwe de yekitiyek Netewî di nava Kurdan de li hemû beşên Kurdistanê avakir. Bandora vê şoreşê û  xebata Barzaniyê nemir li hemû beşên Kurdistanê û li hemû Kurdên cihanê kir. Kurd bi vê şoreşê serxwe ve hatin û heviya rizgariyê ji nûve di nava Kurdan de bi hêz bû. Hêdî navê Barzanî û Kurdeyatiyê bi hevre hate girêdan .

Bê guman di pêvajoya şoreşa Îlonê de PDK gelek zehmetîyê mezin dîtin û di nava PDKê de cuda bûn peyda bûn ,lê tu carê PDKê ji dev xeta netewî berneda û heta sala 1971ê yan kurd hevalên şoreşê bûn yan li ba dijmin cih digirtin rêya sêyem tunebû.  Ev xal bi xwe jî taybetmendiyek a pêvajoya şoreşê bû.

PDK şoreşa Îlonê gihand pêvajoyekî ku daxwazên xwe destxist û sala 1970ê peymana 11 Adarê li gel hukumeta Iraqê îmze kir û cara yekem di dîrokê de bi awayek fermî dewletek dagirker  encama şoreşekî de mecbûr ma li gel Kurda li ser maseyekî runişt û daxwazên wan qebûl kirin.

Sala 1975ê peymana xiyanetê ya Cezayîrê ji bo Kurda û PDKê bû sedemê destpêkirina qonaxek nû.Hukumeta Bexdayê pêwistiyên li hevhatinê binpê kir û cardin şerê Kurda kir. PDK tujî nekseyekî bû,bi hezaran kurd bûn benaber û şer sekinî. Lê  PDKê kêmî salekî cardin bi heybeta Barzaniyê nemir sala 1976ê 26 Gulanê kete qada şer û li dijê dagirkeriya rejima Bexdayê dest şer kir. 

Bê guman sala 1979ê piştî koça dawî ya Barzaniyê nemir, ji bo PDKê pêvajoyek nûjen û cuda peydabû. Barzaniyê nemir bi siyaseta xwe, jiyana xwe, xebata xwe ,kesayeta xwe ya bilind,pêşmergeyatiya xwe, şervanî û serbilindiya xwe ji bo PDKê û miletê kurd rêbazek derxist holê. Rêbaza Barzanî bû Kurdistanîbûn û kurdperwerî. Di vê rêbaza pîroz de berjewendiyên netewî û Kurdistanî li ser her tiştekîre dihat girtin.

Rêbaza Barzanî û taybetî pêvajoya 1975-76 di nava Kurdan de gelek bû babetê gotubêja. Barzaniyê nemir di bin perdeya îdeolojiyên cuda de gelek hate rexnekirin. Heta pêwendiyên Barzanî li gel Amerikayê gelek bê wijdanî hate rexnekirin. Bi navê çepitiyê rêbaza Barzanî wek paşverûtiyê hate şirove kirin. Taybetî di nava Kurdan de rexnekirina Barzanî wek merceka çepitiyê hate nirxandin. Ev babet û pêvajo gelekî taybet e. Gerek di cihê wê de û berfirehî bê şirove kirin, ji ber ku ev yek bi awayekî qerekterê siyaseta Kurdî jî dide nasandin.

Lê her dema mirov behsa dîroka PDKê bike,nabe ev babet paşguh ve bê avêtin.

Piştî sala 1976ê ji bilî PDKê partiyên din li başûrê Kurdistanê hatin damezirandin vê yekê bandora xwe bi awayekî li rewşa PDKê jî kir. Lê PDK balhigirê rêbaza Barzanî bû. Ev yek demanek bû ku PDK ji rêya kurdeyatî û Kurdistanîbûne xwe nedê aliyekî. Ji bo vê yekê jî PDKê di siyaseta xwe de her demî berjewendiyên netewî li ser her tiştekîre girt.

Bê guman piştî sala 1991ê raperina başûrê Kurdistanê wek hemû partîyên başûrê Kurdistanê PDK jî kete qonaxek din a Taybet de. Bi sala 1992ê çêbûna hilbijartina li Kurdistana Başûr û avakirina parlemento û huketa herêma Kurdistanê, PDK jî bi siyasetek nû li gora rewşa heyî xwe dizayn kir û ji bo dewletbûna kurda xwe amade kir. Ji xwe ferqa PDKê ji hemû partiyên din ev e.

Bê guman Mirov dikare di gelek waran de rexna li PDKê bike û behsa kêmasiyan bike. PDK li Kurdistanê dewletbûna Kurda ji xwe re kirye armanc. Îro PDK li gora vê yekê pêwistiyek mezin heye ku xwe nûjen bike û hereweha li gora mercên dewletbûnê xwe ji nûve rêxistin bêxe û di nava xwe de reformekî bingehîn bike. PDK îro di vê pêvajoyê de hevceyê vê yekê ye.

Îro ji bo ku PDK dewletbûna Kurda diparêze, gelek aliyên li dijê dewletbûna Kurda êrîşê PDKê dikin. 

PDK 75 saliya xwe de hêja xwediyê rêbazek pîroz ya Barzaniye. Ev rêbaz demana serkeftin û destxistina mafên rewa yê gelên Kurdistanê ye, gerek di desthilata xwe de her gava endam, dezgeh û rêveberiya PDKê tavêje vê rêbazê bi bîrbînê da ku, tujî xeletiya nebe.

Gerek hemû endam,kadro û dezgehên PDKê rêbaza Barzanî baş têbigihin û li gora wê jî tevbigerin. Nabe rêbaza Barzanî bibe sloganek û tenê bê gotin. Divê di hemû astên xebata siyasî û civakî de û jiyan û tevgera PDKê a rojane de bête cih bi cih kirin.

Hêviya herî mezin ewe ku salên pêşiya me de, dema salvegerên PDKê bêne bi bîranîn,em welatek serbixwe de PDKê şirove bikin û serokê netewî Barzaniyê nemir yad bikin.

16.8.2021

Back to top button